2. navê helbesteka şairê nemir ê kurd arjen arî ye.. cara pêşîn di kovara çirayê hejmara 5ê ya ku di bihara 1996an de li swêdê belav bûye de derketiye..
''Kî ye xwediyê van wargehan
û vî welatî
Destên xwe di nav porê min re dibe sir
roj ramûsanan datîne ser hinarkên min
di ber baskên pacê re çavan dinoqîne;
sihar ji paxila min der tê bê pêjin ...
di sira siharê de hilma axê divîbûm;
beytik divîbûm, dîk divîbûm
û ew bêhna çilo ...
guhekî min li dû bilûra şivên,
bi dengê rojê hildiçenim, looo!
bajar e birako.
sihara bajaran
naşibe xewn û xeyalên helbestkaran ...
ku lîstibûm li gasînên wê
bi xilçan, bi çavgirtînkê, bi çirrê ...
û berûyêk min lê çandibû ...
Çalê gundek e,
di zaroktiya min de ma...
vingûvala ne aniha
Cibiltînê, Xirbê Hinarê,Serê Kaniyê;
û Cinata te Miho!
Silêman! Çala te ...
de ... li xwe xe Sadûn!
ka li ku ma axatiya te?...
ev tirî, misebiq e,
rezvanê hoste kesax bike,
ma kî têr dibe ji tamê ...
ev kerkûş e,
gûnroj e Iibqurûş e...
û ev jî merzone ye,
rûmeta rezvanê çiyê,
tamekji dîroka keda me...
hesk derketine ji destên me,
kevçiyên dar, halet û gîsin ...
di kûra êgir de hesin me hilandiye.
ne..., karkerekî me bû Kawa?
navbêra herdu avan li der û dorê
ev qesr, pir ...avanî
hîmên pêşerojê ne,
ne..., da li ser bilind bûba dahatû?
nebêje çû nede dû!
ji Newrozê şerm bik û
ji wê girra xwe xwe a bi rik...
qewmekî perest û bi milk;
ev rik e..., ev dahfık? ...
veparime
û bipirse ji xwe:
-ka ez çi me?
bipirse:
-ka ez kî me?
û bipirse:
ên ji dûr hatî
an ez im xwediyê van wargehan
û vî welatî? ..''
|