Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
andrey tarkovski

andrey tarkovski

2. derhênerê ku dikute hişê mirov.. xêndi kurtefîlm û belgewaran 7 fîlmên wî hene. min heta niha ji wan fîlman li 6 heban temaşe kiriye: nostalgia jê derxe yên din..

xêndî ivan's childhood ên din kuta hişê min. mesela min piçikek tişt ji andrei rublev fêhm nekir. ji ber ku ivan's childhood fîlma wî ya ewil e zêde nakute mere. lê belê ez bawer im ku wî lê neriye ku ev fîlma wî zêde nakute mere, gotiye bila fîlma min a duyem bi awayekî bikute hişê temaşevan da ku ez ew kêmkutana ku di temaşekirina ivan's childhood bînim orteyê.. rêjeya kutan fîlmên wî yên din di navbera rÊjeya kutanê ya van du fîlman e.

fîlma wî ya herî baş stalker e li gor min. min tenê carekê li hemû fîlmên wî temaşe kirine lê stalker xweşbûna xwe bi temaşekirinekê rê temaşevanan dide. xêndî stalker fîlmên wî yên ku min hinekî jê fêhm kirina ev in:

solaris: li fezayê dibiihure. fîlmeke ecêb e û hinekî jî fantastik e. ev cara ewil e ez ji xwelî li ser dibihîsim ku li gor hinekan solaris bersina 2001: a space odysseyê ye. ger hûn ji min bipirsin. min tiştekî werê nedît lê belê dibe ku weke bersivekê be..

offret: yanî sacrifice, yanî gorî ango qurban.. ev fîlm jî weke hemû fîlmên wî serkeftî ye. wexta min temaşe kir, min jê zêde tişt fêhm nekiribû. min ji hevalekî xwe pirsî, wî hinekî qalê kir û têgihiştim ku qala çi dike..

zerkalo: ango the mirror.. ji vÊ fîlmê tenê serkeftîbûna sehneyan tê bîra min. di sehneyekê de porê jinikê serçavÊ wê digire û ber bi jêr ve dadikeve. di fîlma ring'ê de heman sehne hatiye bi kar anîn. heta sehneya wê ya herî navdar ew e û heta di postera fîlmê de ew sehne heye..

andrei rublev: ez tenê dibêjim xwedê ji te razî be tarkovskî beg..



pirtûkeke tarkovskî jî heye. navê wê die versiegelte zeit e. bi kurdî em dikarin bêjin 'dema mohrkirî' min sala borî vê pirtûkê kirî Û dest bi xwendina wê kir lê piştî ku min 40-45 rûpel xwend, min lê nerî ku ez ê tiştekî jÊ fêhm nekim û min dev ji xwendina berda.. di pirtûka xwe de qala sînemayê dike. fikarên wî xweş e. pir kêfa min ji tarza wî ya fîlman tê. li gor wî ger mere sehneyekê bikişîne, ne pêwîst e ku mere di wê sehneyê de tiştinan vebêjin an jî peyamekê bide temaşevanan. mere wê sehneyê tenê ji bo xweşbûna wê dikare bikişîne.



17.12.2014 00:35 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» andrey tarkovski

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî