Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
oedipus

oedipus

1. haşayî hizurê kîrquzdê û caxwekutayîyek e. û herwiha di mîtolojiya grekan de qraleke ku ji xerîba biyanî ya rojdayê jî bêtalih û bênesîbtir e. bavê oedipus dikute qûna kurê qralekî din de û ev qral jî bavê oedipusî bi ser nav û selahiyeta ku ji şaredariya bajarê mezin ya filan bajarî wergirtî bavê oedipusî lanet dike, li gorî rîwayetan bi sê dengan dilîrîne û dike gazî; fuck you! fuck you! fuck you! ez dirêj nekim, bavê oedipusî jî ji tirsa qûna xwe, radibe kurê xwe, oedipusê nûzayî û nûxwudêdayî dide dest xulam û cêrî û xizmetkarên xwe û ji wan re dibêje, ji lingan ve bi benekî ve girê bide û serjêrkî li daristanê bi darekî ve daleqînin heta ku lawir û cinawirên daristanê piça goştê wî li ser erdê nehêlin. lê xulam û xizmetkar dil nahêlin vî kurê nestêleh bavêjin ber devê cinawirên pîs û kotî û miskînê heram, diçin didin qralekî ku xwudê lê nehatiye rehmê û jê re zarok çênebûne, axirê oedipusê gewr wekê mûsa pêxember di qesra vî qralî de mezin dibe, rojekî pêdihese ku ne kurê esîl yê vê malbata ku tê de mezin bûye ye. axirê ji qehr û kerban pişta xwe dide mal û malbat û bajarê ku lê mezin bûye û berê xwe dide welatê xerîb û xurbetistanê, di rê de ji ber meseleya rênedenê zilamekî dikuje, paşê diçe bajarekî ku cinawirek lê bûye bela, cinawir her roj ji vî bajarî yekî digire û tiştanokekî jê dipirse dema ku bersiva tiştanokê rast nizanibe jî wî ji xwe re dike qurban, ew tiştanoka meşhÛr jî ev e; mamikê mino mamanî, tiştek heye heta qonaxekî li ser çar lingan diçe, qonaxa dî li ser du lingan û qonaxa dîtir jî li ser sê linga diçe, lê berevajî qanûnên xwezayê ev tişt ku lingek lê zêde dibe bêtir ji kar dikeve û sist û zeîf dibe. oedipus cihde bersivê dide û dibêje ''insan'' e, ji ber ku dema zarok çarlepka diçe yanî li ser çar lingan birêve diçe, dema mezin dibe li ser du lingan diçe û dema kal û pîr dibe jî ligel gopalê xwe yê protez-portatîf li ser sê lingan diçe filan. axirê şêniyên bajêr ji ber ku berî ku oedipus were bajêr, qralê wan di rê de bibû qurbanê faîlî meçhulekî, di nav xwe de gihiştibûn wê soz û qirarê ku eger yek derkeve bersiva rast ya vê tiştanokê rast lêbide an têderxe wê û wan ji vî cinawirî xilas bike, wê tac û textê bajêr yê keyaniyê bidin dest wî, oedipus li ser vê konsensûsê dibe qralê bajêr, bi jina qralê berê yê bajêr re jî dizewice, lê piştî çend salekî vê carê nexweşiya webayê tê û li ser singa bajêr rûdine, şêniyên bajêr hawara xwe digihînin qralê bajêr, oedipus, oedipus jî hawara xwe digihîne remlavaêjê rîspî, rîspî jê re dibêje, li bajêr kîrquzdêyeke gunehkar heye ku ligel ew qas gunehên xwe di nav heremseraya xwe ya tijî helen de kêfa gurê manco dike, heta ew kîrquzdê ji bajêr necehime û neçe, bela û nexweşÎ bela xwe ji bajêr venakin. axirê, oedipus meselê fêhm dike, fêhm dike ku ew kesê ku di rê de ji ber meseleya rênedanê kuştî bavî wî bû û ew jina ku pê re zewicî jî diya wî bû. ji qehra radibe bi derziya zêr ya diya xwe-jina xwe çavên xwe derdixe û bi kuçe û kolanên bajêr dikeve, diya wî jî xwe dadileqîne,axirê kehanet rast derdikeve, û sûc û gunneh û qibheta bavekî kîrbetal ji dfna jina wî û kurê re derdikeve. ev çîroka diltezîn û nîgeran ya bi hezaran salan li ser bavê psîkanalîzê xalê freud gelekî kartê dike, ew jî radibe bi navê (bnr: kompleksa oedipusî) tez û teoriyekî fantastîk diwirwirîne

çîroka me çû diyara rehme li dêûbavê guhdar û xwendekara!



11.12.2014 21:54 | uciezkvidyêvp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» oedipus

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî