Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
karuan

karuan

2. karuan an bi navê xwe yê din karuan marof di sala 1976an de li wîyenê wek zaroka dê û baveke kurd tê dinyayê. ji bo karuan eşq û hewesa mûzîkê bi şivan perwer der dibe an destpê dike.. karuan hê di şeş saliya xwe de li ser bandên mûzîkê stranan qeyd dike. ji hingî ve mûzÎk ji bo karuanî dibe favorîtirîn kar û pîşe..

di sala 1995an de karun bi tesîra mûzîka folk û blackê li ser xebatên xwe yên solo dest bi kar kir.. çi gava ku karuan li ser kombersê xebatên xwe yên solo yên mûzîkê birêkûpêk dike bi mûzÎka elektronîk re dibe nas û berê xwe da çeşnê vê mûzîkê.. karuan îro bi senkronîzekirina ezmûn û çandên cuda mûzîka xwe pêk tîne û birêk dixe.. û xwe wek pireka hunerî ya di navbera çanda kurd û çanda ewropayê de dibîne..

ji sala 1999an ve karuan bi kompaniya sunshine enterprisesê re peyman daniye.. sînglea pêşÎn yê karuan ya di terza clubê de ya bi navê karuan.ep bal û eleqeya gelek clubên navneteweyî dikişîne.. piştî vê xebata xwe ya yekem sÎnglea xwe ya duyem ya bi navê walkê û pê re jî albûma xwe ya pêşîn ya bi navê dohuki balletê derdixe.. karuan mûzîkên xwe yên di albûma dohukî balletê de wek mîrasa mûzîka kurdî diwesfîne.. di ber guhdêrîna albûmê re mirov dikare terz û têgihiştina mûzîka karuan wek romantîk û melankolîk biwesfÎne.. stranên di albûmê de hinekî bi ser mûzîkên fîlman ve jî diçin.. enstrÛmanên akustîk yên wekê flûta oryantal, gîtar û bass di albûma dohuki balletê de cihekî girîng digirin..

gelek remiksên ku bi destê karuan çêbûyîn hene û ev remîks pirÎ caran ji hêla şîrketên qewanan yên muxtelîf ve di albûmên ku ji stranên stranbêjên cuda û cihêreng pêk têne de tên bicih kirin..

heta niha du albûm çêkirine û belav kirine.. dohuki ballet û pop arif.. mûzÎka ku çêdike wek chill out tê binav kirin.. di çend stranên xwe de bi dengbêjên wekê mihemed arifê cizrawî re dûet çêkiriye.. anku di stranên xwe de parçenin ji kilamên van dengbêjan jî bicih kiriye.. strana bi navê reflections of a poem ku tê de parçeyek ji straneka mihemed arif cizrawî jî cih digire gelekî bi nav û deng e.. di yotubeê de di bin vîdeoyên karuanî de bala min kişand piraniya heyran û hejêkerên wî yewnan in an bi zimanê yewnanî şiroveyên xwe dinivîsin..

fermo ji vir ji bo reflections of a poema karuan kerem bikin:



25.07.2013 06:22 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karuan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî