Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirşik vs facebook

tirşik vs facebook

4. (bnr: medrese vs kadîn)

(bnr: zanîngeh vs kreş)

(bnr: ked vs belaşî)

(bnr: hilberandin vs qedandin)



danberhevdana ku dê sedî sed tirşik bi serketî jê derkeve..

ji ber ku armanc û hedefa tirşikê hene lê feysbûk ji bo bihurandina demên vala ye, di tirşikê de popûlîzm tune ye lê popiyên bikarhênerên feysbûkê hene*

ji bela ku tirşik.net li ser hîm û bingeha popûlîzm û xwe'tetmînkirin û têrkirina egoyê ava nebûye qewî kesad e bazar

camêr û canikên hêja li ser feysbûkê wêneyên xwe yên ku bi retrica hatiye girtin li gel helbesteke beredayî parve dikin û hetanî nîvê şevê li benda (vnbr:like ) disekinin..

hama bêje herkes di nava vê klasmanê de heye, çi helbestkar çi çîroknûs û çi nivîskar û ne çi..

şîroveyên bikarhênerên feysbûkê yên di bin şandeyên siyasî de tên nivîsîn cihê henek û tinazan e ku kengî bêhn li min biçike û teng bibe şîroveyên ha dixwînim û bêhn li xwe vedikim

lê entryên tirşikê tijî û tije ne gelek tiştên xweş û girîng ji tirşikê hîn bûm lê ji xwe dipirsim gelo ji feysbûkê ji xeynî qeşmeriyê ez hînî çi bûm? hemû tişt derbasdar bû û qediya çû

di feysbûkê de hevalên nivîskarên kurd ji 5 hezarî zêdetir e lê tu dinihêrî pirtûka nivîskarê ha bêhtirîn çarsed heb hatine firotin* yanê qadeke qeşmer, dirû, bêciddî û derew..

ez dema ku bi tirkî tiştekî ne hêjayî ecibandinê parve dikim, hahoo herkes ecibandiye lê dema bi kurdî tiştekî pirr xweş an jî girîng an jî tije û kûr parve dikim weeey waweylê tirşik kezeba min dike di devê min re derkeve ji qahra!

jixwe bû 2 roj e ku min feysbûka xwe betal kiriye ji lew êdî têde hilnayêm bila hemû bikarhênerên tirşikê dev ji feysbûkê berdin û rêya xwe bizivirînin rêya rastî! werine tirşikê



24.09.2014 21:38 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanekî dev ji şopandina filankes berda
» facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî