Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hêlîn

hêlîn

12. straneke efsane ya koma agirê jiyên e..

ji bo min di nava stranên kurmancî de herî payebilind û xweştir û geştir û tekuztir e, hama li kû bim, li rê, li mal û li kar li sûkê hîç ferq nake dema pêjn û dengê newa û gotinên stranê ber bi guhên min dikevin, pûrtên canê min radibin, laşê min dicirife, bêyî mûbalaxayê dibêjin ku tavilê kelogirî dibim ji lew strana zarotiya min e, sedema ber bi çûyîna bîranînên min ên trajîk a zarotiya min e.

sal 2002 falan bû, wan deman mp3'a min tune bû, ne cd ne jî kombersa min û malabata min nîn bû hê ez rastî înternetê jî nehatibûm, tê bîra min rojekê em li gund bûn keça apê diya min ji min re gotibû dema tu herî bajêr di kolana ekîncîlerê ya taxa ofîsê de 'güney müzîk' heye, tu 20 heb stran hildibijêrî didî wan û ew jî qeyda bandê dikin, got ez sibê diherim ez ê bandekê tijî bikim, wan deman haya min hê nû ji wê yekê çêbû, û eyb e gotin min pere nîn bû ez çûm li cem xaltiya xwe mi go divê tu pênç mîlyon pere bidî min ez band tijî dikim, go here ji kalê xwe bigire ew ê bide te, neyse dirêj nekim min 5 mîlyon ji kalê xwe girt û wê şevê min 20 stran nivîsand (wan deman haya min pirr jî mûzîka kurdî nîn bû bi tenê min çend kom û şivan perwer û ciwan falan dinasiya, ji ber ku li qersê mezin bûbûm)

min nêrî ku bîst stran nayên bîra min ez jî neçar mam şêwirîm, xaltiya min û yên din çend stranên din lê zêde kirin min 20 stran temam kir.

rojê din nebû lê çend rojên din derfet çêbû, min keys dît û çûm bajêr yanê amedê, güney müzik li hemberê malê me yê ofîsê bû, ez çûm min lîsteya xwe teslîmî wan kir û bi kelceneke bêhempa bende roja amadebûna bandê mam. neyse roja din di danê êvarê çûm amade bûbû û ji ber kelecanê nema dikarîbûm li cihê xwe bisekinim û roja din vegeriyam gundê xwe, li mala me teyb tune bû di mala apê min de hebû çûm mala wan min bandê xist cihê teybê û min xwe berda stranên kurdî yên ku min nû seh dikir(ez ne şaş bim dotmama diya min strana hêlînê pêşniyaz kiribû) yaw 19 stran qediyan lê hêlîn hê jî tune û li kasetê dinihêrim bad kêm maye neyse hêlîn bûye strana bîstê, û hêlîn hat dema lê ket ez bi xwe de çûm ev çi stran bû gidî lê tam ez ji kêfa xweşbûna stranê bi firrê diketibûm, ji nişka ve stran nîvco ma! bênamûsê xweyiyê guney mûzîkê strana hêlînê avêtiye dawî û cih jê re nemaye lewma jî nîvco maye... de were û neqehire! sixêf û dijminan nede.. gelek zora min çûbû min gelek xebera gotibû ji wan re..

(çend hefte paşê çûm cardî min band tijî kir, hingê min jê re gotibû divê tu vê stranê bikî ya ewil) *

niha tê bîra min dibêm sal bi sal xwezî bi par



20.09.2014 13:20 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêlîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî