10. parçeya ku herî zêde nêzikê azadî û serxwebûnê ye..
bingeha azadî û serxwebûnê jî azadî û serxwebûna ekonomîk e, yanî eger tu bikaribî bi serê xwe debara xwe bikî û nanê xwe dabîn bikî tu dikarî cuda bibî û serbixwe bibî..
erê neft û gaza kurdistanê heye û roj bi roj ew astengên li pêşiya hinardekirin û firotina bi destê hikûmeta herêma kurdistanê ya neft û gazê ji bo dewletan radibin lê neft û gaz nayên xwarin û vexwarin, berî neft û gazê ya ku ji kurdistanê re pêwist e, çandinî ye, sinetkarî û sanayî ye, xweyîkirina heywanan e.. ligel derftetên zêde yên erd û axa kurdistanê heta niha di vî warî de tişteke zêde nehatiye kirin..
lê di nûçeyeka ku îro min di rûdawê de xwendiye de îşare û emareyên vê yekê min dîtin..
di nûçeyê de tê gotin ku li gundekê nêzikê hewlêrê, li ser 120 hezar metre çarçik erd wê kargeheka şÎr û berhemên ji şîrî çêdibin ên wekê mast û penîr û hwd dê bên hilberandin.. dîsa tê gotin ku baŞûrê kurdistanê %95 pêdiviyên xwe yên şîrî û berhemên şîrî ji dewletên wekê tirkiye û îranê hawirde dike, lê piştî ku ev karxane bikeve dewrê de, sala ewil %15 pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî wê ji vir bêne dabînkirin û heta 6 salan jî hemû pêdiviyên şîrî û berhemên şîrî êdî wê ji vê karxaneyê bên dabînkirin..
ev kargeh ji sê qonaxan pêk tê, di qonaxa ewil de şîr û berhemên şîrî wê bêne hilberandin, di qonaxa didoyan de ji bo hilberandina êmê heywanan karxaneyek wê were damezrandin û di qonaxa sisêyan de jî cotkar wê li ser teknîkên hilberandina modern bêne perwerdekirin.. ji bo vê karxaneyê sîstemên li swêd, danîmarka û hollandayên tên bikaranîn wê werin bikaranîn.. tê pêşbînîkirin ku ev karxane di nav du salan bê temamkirin.. ji bo projeyê 150 milyon dolar hatiye terxankirin.. û li gorî vê projeyê ji bo xweyî bikin li nav 120 cotkaran 6 hezar dewar wê bêne belavkirin..piştî ku proje temam bû û bi temamî ket dewrê de, salane 600 milyon dolar ê ku ji bo şîr û berhemên şîrî diçe ji derve wê di nav sînorên kurdistanê de bimîne.. her dîsa di nav vê projeyê de tê pêşbînîkirin ku 15 hezar kes were îstîhdamkirin..
http://rudaw.net/turkish/lifestyle/170920141
|