Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
nîvê heyvê

nîvê heyvê

3. navê serlehengê û serkarakterê fîlmê mamo ye ne memo.. û navê kurê wî yê pogij ê ku erebeyê diajo jî kako ye ne keko û zanyariyeke ekstra navnîşana maila mamo jî mamo.kurdistan@yahoo.com e.. bi argûmentên traskrîbasyona elîfbêtka erebî-kurdî neyên cem min.. neyse li ber dilê min piştî kûsî jî dikarin bifirin xweştirîn fîlma bahman abê ye.. di fÎlmê de karaktera nîwemangê bi cilûbergên xwe yên kurdî gulşîfteh ferehanî dileyîze di fÎlmê de di nav wî kiras-xiftanê xwe yê gulgulî ê kurdî de gelekÎ spehî dixweye..

xweştirîn versiyona strana soltane ghalbhayê di sehneyeka destpêka fîlmê de bi akordîonê ji aliyê çend zarokan ve tê gotin..



-------------------------spoiler------------------------------



di fÎlmê de kurekê mamo bi navê şiwan naxwaze bi mamo re bikeve ser rê û ji bo konsêrtê here heta başûrê kurdistanê, di nîvê rê de keysa xwe jê tîne ji erebê peya dibe û baz dide direve, mamo jî radihêje sîleha kako û lê direşîne, feqîro ji guhê xwe birîndar dibe, mamo dema guhê şiwan ê pêçayî di wî halî de dibÎne dibêje yaw ev şiwan şibiya wênesazekî meşhûr lê navê wÎ nayê bîra min, kurekî wî ê din xwe digihîne hawara bavê xwe û dibêje bi vî halê xwe eyn şibiya van gogh..

dîsa dî fîlmê de, bi erebê diçin li cihekî disekinin wê ji wir keça mamo ku li gundekî mamostetiyê dike, bigirin wê wê jî bi xwe re bibin konsêrtê, axirê diçin ku çi bibînin gundê wê li ber lehiyê çûye, wê jî xwendekarên xwe anîne li ser gir û baniyekÎ li wir li gel mêrê xwe yê mamoste dersê dide wan.. dema tên nêzikî wî cihî mêrê wê diçe pêşwaziya mamo û ji mamo re dibêje keça te, sÎnor gelekî nexweş e û eger ew jî bi we re bê ev qas zarok wê bêxweyî bimînin filan.. mamo jî ji kurê xwe dipirse dibêje em çend kes in, ew jî dibêje eger em kako û sînorê jî bihijmêrin em dibin çardeh kes, li ser vê yekê mamo dibêje çardeh hejmareke nehs (yom) e, ez tu carî bi çardeh kesan re rêwingiyê nakim.. kako tê di ber guhê wî de dike pistepist dibêje mamo, ne hedê min e lê ew hejmara nehs ne çardeh belê sêzdeh e, mamo jî xwe pê re aciz dike, dibêje ne sêzdeh lê mirovên wekê te nehs û nesekinî ne filan.. neyse mamo ji keça xwe re dibêje keça min tu li vir bimîne û haj zarokan hebe, û ji zarokan re bêje ne sêzdeh nehs e û ne jî çardeh heta mirin bi xwe jî nehs nîne..

dÎsa di rê de kurên dî yên mamo ji kako dipirsin dibêjin ew çûçika dikê ya li cem te çawa ye, li ser çi keyfê ye, kako jî dibêje, di şerekê dîkan de dêûbavê wê hate kuştin, niha sêwî û êtîm maye, l hêviya ye mezin bibe û heyfa dêûbavê xwe hilîne..

dîsa xweştirîn sehneya romans di nav fîlmên kurdî de di vê fîlmê de ye.. kako dema ligel hevalê xwe yê xweyê erebê erebê dişo, telefona wî lêdide, jineke bi navê efsaneh xanim lê digere, çawa lêdide, jina kako dide ji derî ve, kako ji tirsa jna xwe cihde telefonê dide destê hevalê xwe.. jina wî meselê fêhm dike û xwe pê re aciz dike, kako cihde ji bo ku dilê xwe jina xwe xweş bike bi jina xwe ve diçe.. herdu li aliyê dî yê erebê dimînin, kamera li vî aliyî, kamera ji erdê piyê herduyan dikişîne, pêşiya biçekî pev diçin lê paşê wekê dargerîngekî li hev dialin û bi hev şa dibin, ji xwe tam di wê gavê de soltane xalba tê gotin..



-------------------------------spoiler-------------------------------



09.09.2014 15:29 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» nîvê heyvê
» heyvê çend gb'an xerc dikim?

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî