Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
kovara zanko

kovara zanko

1. koavareka zanistî û teknîkî ye, ez ne xelet bim bi vî çeşnî û bi vî rengî cara ewil e kovareke bi kurdî derdikeve..kovar li ser înternetê hatiye barkirin û heçiyê bixwaze dikare bêyî heq daxîne ser kombers û smartfona xwe, sûd û feyzê jê hilÎne.. ji xwe slogana kovarê jî zanista xwedê nayê firotin e.. edîtorê kovarê camêreke bi navê cûneyt ewrareş e, bi qewlê edîtor, kovareke multî mijar e, yanî bi ser navê zanist û teknîk û teknolojiyê çi mijar hebin kovar li xwe digire û xwe lê dike xweyî.. kovar ji ber tuneyiya derfetên aborî çap nebûye, niha tenê li ser înternetê belav kirine, dibêjin serê du mehan carekî an sê mehan carekî wê derxînin.. mijara sereke ya hejmara ewil ya kovarê jupîter kêrê çi tê ye, belê wekê ku ji navê mijarê û ji nivîsa edîtor jî dixweye hinek kêmasî û pirsgirêkên rastnivîs û rêzimaniya kovarê hene, lê pê re pê re bi hejmarên nû ev kêmasî û pirsgirêk jî wê safî bibin.. kovar bi zaravayê zazakî û kurmancî ye, û cara ewil e dibînim, di kovareke bi kurdî de di rûpela pêşÎn de cih dane nivîs û mijareke bi zaravayê zazakî.. pirraniya nivîsên di kovarê de ji zimanên din hatine wergerandin, lê ev ne kêmasî ye, ji xwe ne mimkun e bêyî wergerê kesek rûne û bi zimanê kurdî li ser zanist û teknîkê binivîse.. şêwe û şêwekariya kovarê (wêneyên ku di nav kovarê de hatine bikaranîn filan) biçekî dişibe ya sızıntıya kovara cemaeta fethullah gülen.. di nivîsên xwe de zimaneke sade û sivik bikar anîne, hema bêje herkesê bi kurdî zane bi hêsanî kare kovarê bixwîne û jê fêhm bike.. dîsa di kovarê de behsa egerin.coma yekemîn motora lêgerîna bi kurdî kirine, lê behsa tirşikê nekirine.. neyse ez dirêj nekim û serê tu kesî neêşînim..

ji bo destpêkê kovareke têra xwe baş û serkeftî ye, hêvî dikim her berdewam û temendirêj be..

ji vir hÛn karin kovarê daxînin; http://zaningeh.net/?p=4641

vîdeoya reklama kovarê;



ev jî vîdeoya reklama wê ya li ser trt 6ê ye;



01.09.2014 02:07 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara tabularasa
» zanko

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî