Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mastektomî

mastektomî

1. bi operasyoneke cerrahî, derxistina raçînka pêsîran e. piranî li jinan were kirin jî carina mê jî rastî vê emeliyatê tên.



li gorî teknîk û pêdiviyan, çend cûreyên wê hene;



- simple mastektomî (mastektomiya hêsan); hemû raçînka aîdê pêsîran tê derxistin. lê dest li nodên lenfê yên binçengan nayê dayîn. ji ber ku tê texmînkirin an jî zanîn ku nexweşî belavî vir nebûye. ji bo kontrolkirina vê yekê, mirov dikare teknîka noda lenfê ya sentînel bi kar bîne. ger ev nod hatibe girtin (bi nexweşiyê ketibe) wê demê pêwist e mirov derbasî emeliyatek berfirehtir bibe lê ger belavbûnek wisa tune be, mastektomiya hêsan, dibe ku bes be. piştî vê emeliyatê di nexweşxaneyê de zêde nayê razan. ji ber ku dest li binçengan nehatiye dayîn, drenaja ji katateran (xortimên ku di emeliyatê de tên bicîkirin) zû diçike û loma nexweş zûtir ji nexweşxaneyê derdikeve.

- modîfiye radîkal mastektomî; hemû raçînka memikan û nodên lenfan ya binçengan tên derxistin.

- radîkal mastektomî: weke modîfiye radîkal mastektomiyê ye lê ser de masûlkeya pektoral ya major jî tê derxistin. lê ev prosedûr êdî zêde nayê bikaranîn, ji ber ku nehatiye îspatkirin ku li gorî modifiye radîkal mastektomiyê baştir e û emrê nexweş dirêjtir dike.

- mastektomiya çerm-parêz; ji însîzyoneke hawirdorê areolayê, raçînka pêsîran tê derxistin. vê teknîkê de hema bêje qet çerm nayê derxistin. ji be rku piştî derxistina raçînka pêsîran, ji aliyê cerrahên estettîk ve rekonstrûksiyon pêsîran tê çêkirin. yanî cihê raçînka ku hatiye derxistin bi hinek materyalan tê dagirkirin û ji aliyê estetîkî ve rastkirin tên çêkirin. lê ji bo ku ev teknîk bikare were sepandin, divê kanserê xwe negihadibe çermê pêsîran. ger tiştek wisa hebe, wê demê wê ev emeliyat nexweş ji nexweşiya xwe rizgar neke.

- mastektomiya nipple-parêz; (subkutanoz mastektomî) raçînak pêsîran tê derxistin, lê hawirdorê serê pêsîran tê parastin. bi vî awayî, ji aliyê dîtbarî ve hinek baştir xuya dike. lê ev dezavantaja vê emeliyatê ew e ku îhtîmala vegera kanserê zêde ye. ji ber ku ew beşên ku hatine parastin, dikarin nexweşiyê ji nû ve biafirînin.

- mastektomiya radîkal ya firehkirî; mastektomiya radîkal tê sepandin û ser de jî bi birîna hestiya sternumê, nodên lenfê yên înternal mamaryan jî tê derxitin. emeliyatek zêde zêde berfireh û mezin e û li gorî zanîna niha, beredayî ye.



her wiha li gorî mezinahî û cûreya kanserê, teknîkên weke lumpektomîû quadrenektomîjî hene ku di van vebijêrkan de, tenê beşeke pêsîran bi awayeke ku tevahiya nexwewşiyê jî bihewîne tê derxistin.



02.07.2014 22:35 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mastektomî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî