Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin

pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin

84. darwin devrimi: evrim - kovarê cogito: ji ber sedemê sed salîya pirtûk û teoriya darwin ya li ser werarê, ji alîya çend nivîskaran ku bi teoriya werarê re tekîldar in ve, hatîye amade kirin. min wek nasîna teori ya darwin wê kirîbû; ji ber zimenê wê ya bi kompleks, ji bo min xwendina wê hinek bi zehmet bû. disan jî hejmarek heja bû.



modern ezberlerin sonu - mustafa akyol: ev pirtûk jî bi argûmentên xwe ya dijî teoriya werarê, teoriyek ya bi navê dizayna aqilmend -ya ku pêşnîyar dike ku bi rêya zanistî yek dikare teoriya werarê bêbingeh bixe û hebûna xwedê îspat bike-, dide nasîn. ji ber ku bi tenê alîyekî wenê nîşan dide, qala alîya din zêde nake; qet ji argûmentê teoriya werarê yê darwin re kredî nade, pirtûk hinekî kêm maye. lêbele, seba ku nivîskar îdiayê teoriya dizayna aqilmend bi rengekî aşkere pêşnîyar dike, ji bo nasîna vê teori û dijbersîva teoriya werarê pirtûkek baş e. ji aliyê din ve, çi navekî klîşe ye ku meriv fedî dike ku di qadek umumî de veke û bixwîne heyra!



16.06.2014 16:16 | ervah.azad

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene