Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
stranger than fiction

stranger than fiction

2. fîlma ku min duh ji tirşikê dît û daxist û lê temaşe kir.

ne xerab e. heta dikarim bêjim ku senaryoya wê gelek orjînal e. will ferrell ku di fîlmê de karakterê serekeharold crick dilîze, gelek serkeftî ye. ji xeynî wî lîstikvaniya tu kesî bala min nekişand.

fîlmê de dustin hoffman jî dilîze, em wî ji fîlma rain man dizanin.

ger em vegerin fîlmê;

fîlm ne berhemek wisa ye ku mirov di bin bandora xwe de bihêle an jî xewan lê birevîne. lê dema mirov lê temaşe dike, kêfxweş dibe. ji ber ku mirov dizane ku li tiştekî nû û orjînal temaşe dike.



--- spoiler---



nizanim çima lê sernayoya fîlmê bi min zêde nexweş hatibû hûnandin. yanî derbarê vê bûyera ecêb û efsûnî de, tu agahî û texmîn tune bû. ji aliyê din ve berteke kesên ku vê ecêbê dibihîsin jî bêwate bû. professor jules hilbert, nivîskar karen eiffel û sekretara wê û Harold bixwe jî zêde ne ecêbmayî bû. heçko hemû jî bizanin ku di fîlmekê de dilîzin.



destpêka fîlmê de min qet ji nivîskarê romanê hez nekiribû. hal û tevgerên wê yên dînan ne sempatîk bûn. lê dawiya fîlmê de xwe da efûkirin. lê rewşa profesor jî tam berevajî vê bû. bênamûs, ji bo ku Harold bimire çi ji destê wî bê kir. got tu çare tune ku tu ji mirinê xelas bibî, got tu nikarî nivîskar bibînîn, got ev ne ew nivîskar e û hwd.



ger em werin peyam û fikra fîlmê; belkî senarîst xwestibe ku bibêje trajedî jî bi guherînek biçûk dikarin vegerin komediyê. ya ku min fêhm kir an jî xwest fêhm bikimî ev bû. ji aliyê din ve, ji me re nîşan da ku dema mirov ji mirina xwe agahdar bibe, çawa xwe û jiyana xwe diguherîne û nûka hînî jiyanê dibe.



--- spoiler---



04.06.2014 20:12 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranger-than-fiction
» thank you captain obvious

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî