Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mikaîl aslan

mikaîl aslan

3. stranbêjek kurd û dimilk.. herwiha stranbêjek kurdistanî û welatparêz.. wekê çend stranbêjên din ên bi dimilkî distirên bi vir û xefk û xapên dijmin û xêrnexwazên kurd û kurdistanê nexapiyaye û naxape.. bi piranî stranên ji derûdora dêrsimê yên li ser zar û zimanê xelkê lê nehatîn tomarkirin berhev dike û di albûmên xwe de distire.. demekî bi stranbêjê tirk erkan oğur re bi ser navê çeşmê dil yanî çavê dil li bajarên muxtelîf yên li bakurê kurdistanê û li tirkiyeyê û li çend welatên awropayê rêzekonsertnin li dar xistibûn û li çend bajarên tirkiyeyê liqayî bertek û êrîşên faşîst hatibûn.. piraniya xelkê ji mûzîka wî ne agahdar bin jî strana wî ya bi navê elqajiyê seh kirine û jê agahdar in.. piştî mîkaîl aslan çend stranbêjên tirk jî zimanê xwe li vê strana diltezîn gerandin û gotin.. heta niha ez ne şaş bim çar albûmên wî derketine:



-agerayiş (veger): di vê albûma xwe ya pêşîn de wekê du albûmên li û xwe zêdetir cih daye kilamên ku devera dêrsimê hatîn berhevkirin.. di vê albûmê de ahmet aslan û beser şahin jî di strana bi navê şiyêyê de bi mîkaÎl aslanî re dibêjin û distirên û lêvedigerînin..



kilamên di albûmê de;

1-movete alamuti- gotin û mûzÎk: mîkaîl aslan

2-gimgimize (gimgimî)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mÎkaîl aslan

3-waştiye re (ji delalê re)- gotin, mûzîk: mîkaÎl aslan

4-barkirin - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

5-hal yamano - gelêrî (dêrsim, facîxe)

6-şiyê( çû)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

7-kewraniyê - enstrûmental

8-nînnayê- gotin: gelêrî (erzirom - palo) mûzîk: mîkaîl aslan

9-ganfiday dêrsimî- gotin: malmîsanij, mûzîk: mîkaîl aslan

10-qisawete (qeswet, xem) - gotin: cengîz aslan, mûzîk:mîkaîl aslan

11-ni adirî- gotin: ahmet aslan û n. kaygusuz, mûzîk:ahmet aslan

12-agerayîs (veger) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan



- kilîtê kou (mifteya çiyayan): albûm navê xwe ji gotineka navdar a tarîxî ya serokeşîrê eşîra demanan distÎne.. di komkujiya 1938'an de serokeşîr piştî ku têk diçe ji b têkçûna xwe vebêje dibêje ''mi kilîtê kou kerde vindî'' yanî ''min mifteya çiyayan wenda kir an ji dest xwe da''.. ji xwe kilamên di albûmê de jî hema bêje hemû li ser êş û elemên vê têkçûn û vê wandekirinê ne.. dîsan di kilama bi navê de be wayîroyê de ahmet aslan jî pê re dibêje û distire..



kilamên di albûmê de;

1-tewt (navê ku di cemên elewiyan de ji rêûrismên zikrê re tê gotin)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan

2-saya sure (sêva sor) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

3-ya xizir (wwa xizir)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

4-hêştirê araratî (hêsirên araratê) - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

5-tew lê - gotin, mûzîk: mahmut baran

6- dîlbera dêrsimî - gotin, mûzîk: hüseyin doğanay

7- kilîtê kou (mifteya çiyayan)- gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

8- heq şî (xwudê çû)- gotin: hawar tornecengî, mûzîk: mîkaîl aslan

9- kirmanciyê - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

10-remayîsê munzirî (reva munzirê)- mûzîk: mîkaîl aslan

11-de bê wayîro (de were xwedî) - gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan



- miraz (haveyn, hevîrtirşik): di vê albûma xwe de mîkaîl aslan cih daye hêmayên baweriya elewîtiya dêrsimê û behsa serpêhatî û serencamên rêya mirovên ku ketine ser rêya insanê kamil de dike.. di vê albûmê de jî di çend kilaman de aynur doğan û zele melle bi mîkaîl aslanî re dibêjin û distirên..



kilamên di albûmê de;

1- xatûnê - gotin, mûzîk: mîkaîl aslan

2- elqajiyê - gotin, mûzîk: gelêrî

3- aşkın şarabı (şeraba eşqê) - gotin, mûzîk: alîşêr efendî , solîst: aynur doğan

4- miraz (haveyn) beyta 1em.

5- miraz (haveyn) beyta 2em.

6- miraz (haveyn) beyta 3em û 4em.

7- le dezawo (pismam) - gotin: gelêrî

8- zerê mi (dilê min)- gotin, mûzîk: hüseyin ayrılmaz

9- canım efendim- gotin, mûzîk: firîk dede

10-mi rê çı ke (ji min re çi ye, min çi jê ye)- gotin: kamer söylemez, mûzîk: mîkaîl aslan

11-dara gozê - gotin: doğan munzuroğlu, mûzîk: mîkaîl aslan

12-(vbnr: connections- remayişê munzirî
(enstrûmental)



-zernkut (sîmya) di dimilkî de zern zêr e û kut jî wekî di kurmancî de kutan e.. zernkut yanî yê ku zêran dikute an kar pê zêran dike.. li gorî ku mîkaîl aslan qest û wate ji vî navî ev e: di vê albûmê de bi hesasiyet û hestiyariya sîmyagerekî bi dû nêçîra kilamên jibîrçûyî û jibîrûyî ketiye û tişta bi dest ketî anku nêçîrandî ji toz û tirabêlka zemên paqij kiriye û berpêşî guhdaran kiriye.. di vê albûma xwe de cih daye kilamek kurmancî ya ku çaxên berê ji radyoya yêrêvanê bihîstî bûye.. herwiha di albûmê de ji bo nivîskar û rojnamegerê ermenî yê ku bi destê faşîstên tirk hatî qetilkirin jî kilamek heye..



kilamên di albûmê de:

1- bimire esqê mi - qese: kamer söylemez. mûzîk: mikail aslan

2- îqrardar - qese û mûzîk: mîkaîl aslan

3- bêsebeb - qese û mûzîk: mîkaîl aslan

4- dayika delal - gotin û mûzîk: paşayê efo (yêrêvan)

5- gulîzarê - doğê kêwcî (dêrsim)

6- way way nînna - qese û mûzîk: rençber azîz (çewlîg)

7- berteng (şêmûg) - qese: kamer söylemez. mûzîk:mîkaîl aslan

8- mijdanî (mizgînî) - qese: kamer söylemez. mûzîk: mîkaîl aslan

9- dûrî mendo (dûr mam) - qese û mûzîk: hüseyin ayrılmaz

10-yara mi - qese:hıdır çelik (xidirê muska - gimgim), mûzîk: mîkaîl aslan

11-mele me (merhema min) - qese û mûzîk: gelêrî (qocgirî / sêwas)

12-dilo dilo - qese û mûzîk: rençber azîz (çewlîg)

13-sbidak badankov ağavnin (kevoka kirasspî) - qese û muzik: mikail aslan solîst:ilda simonian



19.07.2013 17:43 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mikaîl aslan
» aslan usoyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî