1. Seyîd Eliyê Findikî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiyeya dihê ya navçeya sêrtê ye.
Seyîd Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.
Dema ko tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir kir, kalikên Seyîd Elî koç kirin, hatin li erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin xirabbajar. Ev gund dikeve navbera misircê (Kuratalan) û qubînê (Beşîrî). Piştî demekê ji Erzenê re xerzan hatiye gotin. Seba vê, dema zagona paşnavan derket, mezinên wan ji wan re paşnavê Erzen bijartine, da ko ev nav neyê jibîrkirin.
Seyîd Elî zaroktiya xwe li findikê derbas kir. Pêşî li nik babê xwe xwend. Piştre weke adetên demê ji Findikê derket û çû harûnan. Harûnan eşîreke cînarê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kir. Piştre li gundê bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmeddîn, li Bişêriyê, li nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Piştre çû farqînê, li Mizgefta Behlûl Beg li cem Muftî Seyîd Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, li cem Mele Yaqûb û Mele Hamîd heft salan (ji 1333an heta 1340î) xwend. Di van salan de dersa feqîyan daye.
Dersa farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Her wesa Seyîd Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) daye. Seyîd Elî destûrnameya xwe ji Seyîd Evdilrehman wergirt.
Piştî ko vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikê xwend û îcazetek ilmî ji wî jî stand. Piştî îcazetê, Şêx Hesenê Findikî keça xwe Rehîme daye wî, êdî Seyîd Elî bûye zavayê Şêx Hesenê Findikî. Ev îcazeta ko standiye ji hêla hikûmetê ve tehsîla mezin hate qebûlkirin û (ewî) leşkerî nekir.
Seyîd Elî mudetekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da. Fetwayên Findikê û derdora wê demê tev li hêviya wî ma.
Li ser teklîfa Şêx Evdilahê kurê Şêx Mihemed Nûriyê Dêrşewî mudetekê li gundê sinatîyê ders da feqiyan.
Di sala 1927-ê de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê wî dawetî li cem xwe kir. Li serdehlê ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan.
Li ser daxwaza ehlê cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê. Cinibrê gundekî Cizîrê ye. 25 salan li Cinibrê ma; ders da û bi fetwayan mijûl bû.
Şêx seyda hem îcazeta ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî. Findikî xelîfeyê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretî jî îcazeta xelîfetiya daye Findikî.
Seyîd Elîyê Findikî çawa ko alimekî mezin bû, wisa şaîr jî bû. Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê ko di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike. Naveroka qesîdeyên wî bi piranî jî şîret û wezan pêk tê. Zimanê wî gelekî şirîn bû. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ko weke teberûkê dersekê li bal wî bixwînin. Seyîd Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşaş bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin. Em ê henekeka wî li vir deynin:
Seyîd Elî di sohbeta Şêx Seyda de bû. Hin kesên din jî li wir bûn. Şêx Seyda der barê biheştê û xweşî û lezeta di biheştê de ye weiz dida. Di navberekê de Şêx li Seyîd Elî dizivire û jê re holê dibêje:
Biheşt gelek xweş e, ne welê ye Seyîd Elî?
Seyîd Elî:
Erê ezbenî willeh biheşt gelek xweş e. Hema em ji van nimêjan xilas dibin bes e.
Taybetmendîyeke din jî ya vî zatî ew e ko ew hem di nav rewşenbîran de hem jî di nav xelkê nexwenda de navdar e û tê naskirin. Mirovê ko haya wî ji wêjeyê neyî jî dema behsa Elî Rabe! tête kirin teqez dizane ko xwediyê wê helbestê Findikî ye. Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin Elî Rabe! ye. Tê gotin ko Seyda sibehekê ji xew radibe dibîne ko wexta nimêja wî lê bihoriye. Ji ber vê derengrabûnê pir xemgîn dibe. Ewqas ko hema dest diavêje pênûsê û nefsa xwe ji xwe re dike muxateb û hestên xwe bi amadekirina wê qesîdeyê tîne ziman.
Sê kur û du keçên wî hebûn. Kurê wî yê mezin Seyîd Evdilrehman 23 salan muftîtiya Cizrîrê kir. Seyîd Elî, di sala 1967an de li Cizîrê wefat kir û di quba Şêx Seyda de hate veşartin. Li ser gora wî ev helbesta wî ya meşhûr nivisandiye
Di dinyayê heçî rabê,
Feqîr û şêx û axa bê,
Ji ber mirnê xilas nabê,
Di şerq û hem di xerbê da
Berhemên Findikî:
Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî ya ko ji hêla Nûbiharê ve hatiye çapkirin, berhemên wî yên din çap nebûne.
1- Dîwan,
2- Defûş Şubûhat fî nezm et Terehat,
3- Hewaşîn Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Tefsîr),
4- Rîsalet el-leme fî îadetî el-Cumûe (fiqih),
5- Rîsaletûn fî Necatî Ebeweynî en-nebîyyî (sîyer),
6- Rîsaletûn fî cewazî Defîz Zekatî Îla Benî Haşîm we Benî el-Muttalîp,
7- Zûlfeqar-ı Elî ala reqabetî Munkîr el-Îstîmdadî mîn Nebîyyîn ew velî (Ekqide),
8- Hewaşîn Ela Dîwan el-Cezerî
Ez ê qesîdeyeka Seyîd Eliyê Findikî ya bi mûnasebeta wefata Ûstad bedîûzzeman seîdê kurdî de nivisandiye li vir deynim:
Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî?
Ew Seîdê can fida jdînê me ra jkîsê me bî.
Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.
Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.
Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot,
Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.
Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
Jehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.
Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,
Dergehê baxê Biheştê keremê lber wî vebî
Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
Ew şehîr bû, ew bedî bû, ez çi bêm, serdeste bû.
Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
Em jXwedayê xwe dixwazin: Laxretê em lcem te bî.
Ey Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.
|