Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
felsefe

felsefe

1. ji dev û qelema nivîskar alî gurdilî pênaseya felsefeyê:



''Di destpêkê de mirov dikare bibêje ku felsefe di nav loda hewldanên mirovî de hewldana herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gellekî fireh in û felsefe, bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wek tê zanîn felsefe ne zanistek e, bi tenê mirov dikare bibêje ku ew zanayiyek an jî rêya lêgerîna zanayiyê ye.

Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gellekî zehmet e. Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê a ku bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû ên felsefeyê gellekî ditirsîne. Lê çiqasê ev helwesta felsefeyê mirov bitirsîne bila bitirsîne, divê mirov xwe bi paşve nede. Lewra taybetmendiyên felsefeyê dişibin kaxizên tûrnûsolê.

Wateya vê yekê ev e: Ê ku difikire, lê dipirse, li wateya jiyanê digere û dixwaze ku jiyana xwe watedartir bike; hege ew di vê helwesta xwe de xwedîbawer be, wê ji vê helwesta felsefeyê ya wêrek netirse. Piştî vê domanê, mirov ji xof û tirsên bêwate, wê rizgar bibe û li wê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşê bike. Di serdema pêşîn de fîlozofên yewnanî, vê rewşê bi “hezkirina zanyariyê” bi nav kirine.



Danasîna Felsefeyê



Bi awayekî eşkere mirov dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê ne hatiye dayîn. Çimku her fîlozofekî li gor xwe danasîneke dane, ku kêm zêde mirov dikare bibêje ku ev danasîn nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneka felsefeyê a ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên tune.



Çimku fîlozofek, dikare ramanên fîlozofekî beriya xwe bipejirîne û nepejirîne jî. Fîlozof beriya her tiştî dixwaze ku serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lê belê mirov dikare bibêje ku ji nêrîna wan ya gerdûnê û ji serbestiya wan pêk tê. Li gor zanyaran, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê (Keviyên behra Egeya îroyîn) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn: Hezkirina zanayîyê.

Di zimanê yewnanî de wek philosophia tê bikar anîn. Philosophia peyveka hevududanî ye. Ji peyvên philo (hez) û sophia (zanyarî) pêk tê. Ji zimanê erebî, wek peyva felasife derbasê zimanê tirkî bûye. Peyva 'philophios' yekemîn car di wateya 'kesê ku li bastûra tiştan digere' de ji bo Herakleîtos hatiye bikar anîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê “Fîlozofê Tarî” dihat nasîn.



Bi taybetî jî peyva 'sophios' dihat wateya "ê ku xwedî marîfet û desthilatîyê (şiyanê) ye." Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gor aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove bike.



Herakleîtos ji bo felsefeyê dibêje: "Zanyarî ji bo pêzanîna xwezayê, anîna zîman ya heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarker, vejîyîna li gor vê heqîqetê ye."



Ramanwerê romayî Seneca jî, ji bo felsefeyê dibêje: "Babeta felsefeyê ya sereke ew e ku mirovan, bike xwedî edeb û terbîye."



Dîsa fîlozofê Serdema Navîn ê îslamê Kindî dibêje: "Felsefe, xwenaskirina mirov e."



Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha dibêje: "Armanca felsefeyê, derxistina holê ya xwezaya waneka (nesneya) ye."



Di Serdema Pêşîn û Serdema Navîn de danasînên felsefeyê, her ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye, ku ji xwe zanyarî jî di wateya ku mirov raman û tevgerên xwe li hev bîne, de ye.



Zanyarî



Erdema herî mezin. Bi civak û gerdûnê re yekkerbûna mirov e, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanayiyê ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil û zanayiyê ye.

Di rewşa zanyariyê de mirov tu carê nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar ew kes e ku, dikare li hember zewq û xwestekên xwe raweste û têbikoşe. Lê di dewra hemdem de jî fîlozof dema ku felsefeyê dinasînin, têgehên razber (soyut) bikar tînin.



Hegel ji bo felsefeyê wiha dibêje: "Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê û hêza aqil e."



Kant derheqê felsefeyê de dibêje: "Têgeh, an jî zanayîya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin."



Ev mînak jî nîşanê me didin ku felsefe lêgerîneka bêrawest e û her dem, di hewl daneke wiha de ye...''



19.07.2013 04:07 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» felsefeya shorbevan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî