Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyvên herêmî

peyvên herêmî

9. (bnr: hiş nebîrin): aqlê mîrov tenêgehî, hişa min nebire bê ez ketim wî halî, hişa min nebire ku balafiran çawa difirînin, hişa min nebire ku tu demekek kin de çawa dewlemend bû...

(bnr: fismirî): kesên ku ji bin ve an bi dizî tiştan dikin an birêve dikin..ne peyvek heremî ye, fisgenî dibêjin hîn deran

(bnr: çirçirik) sîsirk

(bnr: çekçekî,) çekçekok kulî, kullî

(bnr: bocî) ne peyvek herêmî ye.. kudikên biçûk de dibêjin di nava dijûn û xeweran de dikartînîn weke, bociyê li ser sergînan

(bnr: kut) keçik, qîz, mînak: bangî kutan bike werin mal,

yek jî wateya ko heye, kerek kut, an dasê kut ku daran nebire

(bnr: kinkor): navê gihayek e ku li ser çiyan hêşin dibe, bo sewalan zivistanê xwarine kom dikin

(bnr: guçikbal) hema bi tirkî "kepçe kulak" e..

(bnr: halmisa) yên ku tim dixwe û xwe difikirî re dibêjin, dibe ku ji hilma seyan pêk hatibe..

(bnr: çavbal) kesên ku çav mezin, çavên pir vekirî..dema meriv tiştekî ditirse bibikên çavên mezin dibin.. lê çavên hîn kesan hînek mezin dibe..

(bnr: bivilgir) yên ku kunên pozên mezin û fireh re dibêjin

(bnr: pişt li min firî); dema ku tiştên giran radikin an pir diwestin dibêjin, pişt pir diêşe..

(bnr: têbîre) têbîrê hatiye an têbîrê çuye, ..hwd pir wext derbas buyê ku hatiye, lê dema borî ya nezîk e

têbîrê hatiye mal, têbîrê çuyina nava bexçê, têbîrê rabuye..

(bnr: galt);cureyekî merşan e an xîlikan e, di kovara bîrnebûnê de pir dikartînin..

(bnr: pî kirin) pî bi wateyek dîn mil e jî..avêtin ser piyên xwe an milên xwe, wek lodên gîya pî kirî bir ber derî ya xaniyê gayan danî...

(bnr: pal bûn): çav berra dan, weke pir mezê kirin..yên ku pal merîvan dibin re pelo dibêjin ku neyînî ye..

yên ku pal merivan dibin pir û bi baldarî meze dikin.. tiştekî ne baş e.



18.04.2014 00:28 | havka

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên wateya wan dişibin hev

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî