Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
kurdcell

kurdcell

2. navê kurteçîrokeka nivîskar murad celalîyî ya ku di kovara tîrojê di hejmara sermawez-berfanbarê de hatîye weşandin..



''Xeyal ji bo wî kar bû. Çawa mirov şeveqê ji xewê şîyar dibûn diçûn ser karê xwe, ew jî hema wisa her roj di hişê xwe de xeyalek çêdikir, pê şadibû, seba ku bigihêje encamê dûr û dirêj li ser difikirî. Gava xeyalê xwe rêk û pêk dikir, mîna qey êdî gihîştîye armanca xwe bextewar dibû. Dema heval û cînarên wî çav bi wî diketin digotin qey tu xem û kedera wî tuneye, li ser rûyê erdê kesê herî bextewar û serfiraz ew e. Çendekî vê yekê wisa berdewam dikir, lê nişkêva rojekê hişê wî dihate sêrî, tê derdixist ku tiştekî wisa, mîna xeyalê wî tuneye, vê carê ji binî ve diguherî dibû merivekî din, gunehê sêwîyên li ber dîwaran jî pê dihat. Gava meriv çav pê diket, ziravê merivan jê diqetî. Te digot ew ne merivê çendek li berya vê ye.



Sal û danzdeh meh halê wî ev bû. Ji ber vê rewşa wî malbata wî, bav û birayên wî, zar û zêçê wî jî nizanibûn ka li ser çi û li ber çi ne. Seeteke wî bi seeteke wî nedibû yek. Ya rastî, sifte, demên pêşîn herkesî digot, dê aqil bigire, hişê wî yê bê serê wî. Loma hê hefdeh salî bû, bavê wî jê re birazîyeka xwe xwestibû. Digotin, ger bibe xwedî jin û zar, yê yatir be, hişê xwe bide serê xwe. Lê nebû, hingî diçe ev rewşa wî xirab dibe. Nika sê kurên wî hene, dîsa eynî berê ye, hê serva çûye. Li ber bestan xeber dide.

Ev çendeke jî dibêje ezê şebekeyeke têlefona saz bikim. Nanê wî yê êvarê tuneye, ew rabûye qala tiştên weha dike. Gava diçe cîyekî rudinê dest pê dike qala vê projeya xwe ya nû dike, xelkê bi xwe dide kenandin:

Kuro, ezê di çend salan de bibe dewlemendtirînê welêt, a howe li hemû kes têlefonên desta dixebitînin. Ehmo! Ka tu bêje, çend xetê te yê têlefona hene? Dudo. Nado! Ya te? Yek. Lê tu Cindî! Sê. A we dît, ka bala xwe bidinê hûn. Dema min ew şebeke saz kir û navê wê jî danî Kurdcell, qey kîjan kurdê bêxîretîyê bike, ji xeteke Kurdcell nekire. Welleh, ez bi Xwedê kim, sî milyon Kurdê hemû vê xetê bikirin. Lawo, gava Kurdan kirîn, Tirkê ku mejbûrin bi Kurdan re xeberdin, ewê jî bi yeqîn ji Kurdcellê bikirin. Ez bi Qur’anê sond dixwim, di salekê de ew şebekeyên dinê jî top biavêjin.

Yekî got:

Ka perê te tu vê şirketê ava bikî! Howe tu nikarî heqê çaya xwe bidî, ji kîsê xelkê vedixwî. Kuro, baqil be, hişê xwe bide serê xwe. Here ji xwe re karekî bibîne, zarên te hûr in. Li destê evda nenihêre. Mêranî bi rûmetê ye.

Yekî din got:

Em bêjin te pere peyda kir, ka dewlet dihêle tu vî navî li şirketa xwe bikî. Ev teze teze em dikarin navên Kurmancî li zarokên xwe bikin. Ew jî li hêvîya kêfa wan maye. Xwezila qebûl bikiribana. Te gava ev şebeke saz kir, soz, sozê mêrên berê ezê yekê bikirim. Lê kambaxê xeyelên te xav in. Vê gavê dûrî aqilan e.

Kuro, hûn hemû jî nabine meriv. Mala xeyalên we şewitîye, hûn gêjegêj bûne bendê dû hebana xelkê û neyaran. Roj hat, dema min ev kara kir, hûn hemûyên ji şermana di erdê de herin. Lê êdî ew rojê ji bo we dereng be.

Kurdcell, peywendîya çar parçan!!!''



17.07.2013 17:23 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdcell

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî