1. fîlma vê taliyê ya lars von trier e.. bi qasê ku ji navê xwe jî diyar e fîlmeke zêde sansasyonel e.. di sala 2013an de li danîmarkayê ketiye di vîzyonê de îsal yanî di sala 2014an de wê li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî hatibûya nîşandan lê lijneyekî ku navê wê nizanim hate qedexekirin.. fîlm ji du beşan pêk tê.. di fîlmê de aktrîst û aktorên meşhûr yên wekî charlotte gainsbourg, stellan skarsgård, stacy martin, martin solibakke, shia labeouf, jamie bell, christian slater û connie nielsen dileyîzin, uma thurman jî bi qasê ku min ji hirde û wêde xwendiye di beşeke biçûk ya fîlmê de cih digire.. imdbyê cure û çeşnê fîlmê wek drama amaje pê kiriye -mala xwudê ava ku min ev mîrata amajepêkirinê jî di nav hevokekî de bi kar anî- fîlma ewil 7,4 û ya didoyê jî 7.1 puan standiye ji bikarhênerên malpera imdbyê.. |
|
11.04.2014 21:57 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |