Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nexweşiya çolyakê

nexweşiya çolyakê

1. (bnr: coeliac disease)

(bnr: gluten enteropathy)

(bnr: gluten enteropatî)

(bnr: çolyak)



nexweşiyeke roviyan e. roviyên zirav. beşa ewilîn ya van roviyên zirav û dirêj (5-6 metre); yanî duodenum.

nexweşî, di mirovên ku ji bo vê nexweşiyê bingeha wan ya genetîk heye, ji ber patolojiyên otoîmmun, peyda dibe. gilî û gazincên nexweşan bi giştî êş, aciziya piştî xwarinê, qefs bûn, virikî bûn, bêxwînî û hinek semptomên din yên ku ji ber kêmasiyên vîtamînan vs. derdikevin...



meseleya vê nexweşiyê ev e, ji ber sedemên otoîmmun vîllus (yanî nikilên nava roviyan yên ku bi saya wan tiştên nav xwarinan de tên mijîn) wenda dibin û ji ber vê yekê dema mirov xwarin bixwe roviyên mirov nikare vîtamîn mîtamînên tê de bimije. ji ber kêmasiya vê mijînê jî, kêmasiyên vîtamînan û tiştên din çêdibe û ji ber vê yekê jî gilî û gazincên cûr bi cûr derdikevin holê.



nexweşî, nexweşiyek genetîk e. yanî heye ku malbatê de, cem mirovên din jî hebe. carina çawa ku zarok tê dinyayê ev nexweşî pê re heye lê carina jî ji ber hinek sedeman nexweşî aktîf dibe.



ji bo teşhîsa wê du testên sereke hene;

1- tehlîla xwînê; di xwînê de, pîvana Antî-Glîadîn antîkor, Endomîsyum antîkor, Antî-retîkulîn antîkor, Doku transglutamînaz antîkor tê kirin.

2- bi endoskopîyê standina biyopsiyê û bi vî awayî îspatkirina tunebûna/jêçûna vîllusan.



ev nexweş herî zêde dema xwarinên ku glutamin dihewînin, dixwe; nexweş dikeve. loma piştî ku nexweşî hat teşhîskirin, divê êdî nexweş xwarinên ku gluten dihewîne, nexwe.

gluten di nava genim, ceh, şilêl û xamkêsanê de heye. yanî nexweş divê êdî emr û heyata xwe de van tiştan nexwe. ger nexweş bikare vê diyetê bisepîne, wê nexweşî aktîf nebe lê ger van tiştan bixwe kî wê gilî û gazincên nexweş kêm nebin.



13.03.2014 22:37 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya şekirî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî