3. dijûn û nifirîneka kurdî ye.. li gorî tezeka etîmolojÎk ji du peyvên tirkî kızıl û kurt yanî kurmikê sor pêk hatiye ev peyv.. ne tenê di kurmanciya bakur de hema bêje di her zaravayek û devokeka kurdî de di rewacê de ye û ji bo derbirrîna hestên acizî û bêhntengiyê zêrê zer e û ser bi ser e.. li ser zar û zimanê vê axa qedîm gelek heval û hevrê û hevwateyên wê yên wekê (bnr: qurreder), (bnr: pêmirin), (bnr: çopilme), (bnr: kerrafî), (bnr: jehremar)(bnr: ziqqum), (bnr: ziqnebût) hene.. wek nimûne: ''Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawa ye, lo! Ji kerema xwe, kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiyabe, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî, babam, waweylê! Gelo evîn ji şorba nîskê xweştir e? Yan wek goştê biraştî ye? '' (Bêrîvan Al, Lotikxane.com, 7/2009) |
|
15.07.2013 14:42 |
endazer
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |