1. straneke baha şêxo ye. straneke pir û pir xweş e.
peyvên wê:
ji mir gotin
dîlbera te li qamişlo mest û gêj e
li ser êşa vê dîlberê
yek şîretê kes nabêje
gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
bin nenûka tev qirej e
ji mir gotin li amedê
dîlbera te pir dinale
di çavê min ji hêsra re
şev û rojê sor peyal e
ev bû sed sal di vê xewnê
li pêş çava hîn xeyalê
sal buhurîn li hêviya wê
serê îro gewr û kal e
ji mir gotin li mehabad
dîlbera te wa bêdeng e
di zindana kul û êşa
xemla bejnê tarî reng e
heger wilo jahr bimîne
cihê wêna gora teng e
min got bes e vê nebêjin
hîn ji mêjde şox û şeng e
ji mir gotin li hewlerê
dîlbera te perîşan e
ji ber êşa perçebûnê
di xemlê de dil kovan e
li nav cîhan hîn nenas e
bêsînor û bênîşan e
min got rast e, lê bi ala
xwedî tac û parleman e
ev bû sed sal ez dinalim
ji ber êşa çar dîlbera
birînen wan derman bikin
bi rondikên gulîsera
agirê sar ez ê dadim
wek ronak û find û cira
ta ku ew bax bixemile
li şûnwarê kelemperê
ji baha şêxo : http://youtu.be/wHhfZX8pSGg
ji miheme şirin* : http://youtu.be/p7lHGjQ72ig
ji koma zelal : http://youtu.be/6-sHm99thmw
ji bülent yıldız : http://youtu.be/MfprVqRlxoQ
ji xelîl* : http://youtu.be/7j3WxuqaKwk
|