Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gilgamêş û çend mythosên din

gilgamêş û çend mythosên din

1. Ev pirtûk di sala 2000’an de bi wergeriya kawa nemir, ji aliyê Weşanên jiyana reşwenê ve hatiye çapkirin. Wekî tê zanîn destana gilgamêş ji lewheyan pêk tê, di van lewheyan de tîp û peyv û hevokên nayên xwendin û derên derizî û şkestî hene. Gilgamêş ji ber çelengiya xwe bi nav û deng e, Enkîdûyê ku di nav dar û daristanan de dijî, dibe hevalê wî. Bi hev re diçin Daristana Kacan, li wir Hûmbaba dikujin, piştî vê keyban Îştar çav bi bedewiya Gilgamêş dikeve lê Gilgamêş ji ber ku ew xwedawend e nikare pê re bimîne. Keybanû Îştar piştî vê yekê Boxeyê Esmên dişîne li ser gilgamêş û enkîdû. Ew Boxeyê Esmên ê Xwedayan jî dikujin; Xweda li hev dicivin û canê Enkîdû jê distînin. Gilgamêş piştî mirina hevalê xwe Enkîdû diqehire, ji mirinê ditirse û xwe li çol û çolistanan dixe, li pey nemiriyê dikeve. Ût-na-pîştîmê ku bi “nemiriyê” hatibû cezakirin dibîne û Ût-na-pîştîm jê re çîroka xwe vedibêje.

Wekî tê zanîn “Bûyera Tofanê” le pirtûkên pîroz de jî derbas dibe lê wersiyona herî kevin le Destana Gilgamêş de ye. Di Quranê de lehengê tofanê hz. nûh e, lê di mîtolojiya Sûmeriyan de navê lehengî Ût-na-pîştîm e.



Di vê pirtûkê de 6 mîtosên Mezopotamyayê cih digirin:



1- gilgamêş (guhertoya yekgirtî ya babîlî)

2- gilgamêş (guhertoya kevin a babîlî)

3- teogeniya bajarê dûnnûyê

4- adapa

5- nergal û ereşkîgal

6- daketina Îştarê bo welatê miriyan



Ev pirtûk va 13 sal e çap bûye û çapa wê qediyaye. Heta niha weşanxaneyên Kurd ji bo çapa 2. a vê pirtûkê tu hewldan nedane. Mîtosên Mezopotamyayê ji bo xwendin û nivîsandinê berhemên bingehî ne. Wergêr Kawa Nemir bi vê keda xwe ve ji ziman û wêjeya Kurdî re berhemeke bingehîn diyarî kiriye lê pirtûk li tu der û deverê peyda nabe. Çima ev pirtûk dîsa nayê çapkirin? Her xwendinên Kurdî bêtir dibin çima ev tekstên hanê bi zimanê Kurdî nagihîje xwendevanan?



17.02.2014 06:31 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gilgamêş û çend mythosên din
» çendo
» dinyaya navîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî