Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
heftenîn

heftenîn

1. li nav axa başûrê kurdistanê navê herêmekî ye. Nêzî sînorê bakurê kurdistanê ye. Çîroka navê Heftenîn pir ecêv e, li gorî gotinên bav û kalên me Heftenînê navê xwe piştî şerekî standiye. tenûn, li bakurê Kurdistanê zozana eşîra sindiyan bû. Sindî eşîrek başûrî ye. Havînan êla Sindiyan tên Tenûn û zomên xwe li wir didanin, konên xwe li vir vedidin û pezê xwe li vir diçêrînin. Ango Tenun, dibû havîngeha Sindiyan. Salekê, dema eşîra Sindiyan dîsa berê xwe dide zozanên Tenûnê, eşîra goyiyan derdikeve pêşiya wan. Goyî bi sedan mêrên xwe ve pêşiya Sindiyan digirin. Destûra Sindiyan nadin ku biçin zozanên Tenûnê. Li ser vê yekê Goyî û Sindî dikevin hev. Di nav her du eşîran de şerekî mezin derdikeve. Di vî şerê de mêrên hev dikujin, xwînên hev diherikînên û li bedenan birînên xedar vedikin.

Dawiyê Goyî nahêlin ku Sindî biçin Tenunê. Sindî mecbûr dimînin û paş da vedigerin û diçin li Heftenîna îro bi cih dibin. Wê gavê axayê Sindiyan banî eşîra xwe dikê û wiha dibêje:

Me nikarî em biçîn Zozanên Tenunê lê ev der, ji heft tenûnan xweştir e. Hewce nake em bi cihekî din ve biçîn. Ji wî şerî û wê gotinê pê de, navê wir dibe Heftenîn..



01.01.2014 23:30 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» heftenîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî