1. ew kurtenivîsên ku ji bilî diruşm û gotinên tirkî yên vala nahewîne û kurd di hesabên xwe yên twitterê de dinivîsin bo xwe bidin nasîn bê çiqasî vala ne.
ji pêşniyarên di hesabê min yên twitterê de derketin ez ê çend mînakan binivîsim.
navê hesab: @filitequto
bio: insan, islam, kurdistan....... tenûr bı tır û fısa germ nabê ....bes êdî we kevırên havînê avêt kadîna me law...(makine mühendisi)
Gava hûn li vê bioyê dinerin hûn dibînin ku xwediyê wê hîn jî tîpên kurdî û tirkî ji hev dernaxe û navê pîşeya xwe bi tirkî nivîsiye.
ya dî: kuro ev " insan, islam, kurdistan" çi ye lo? ji bo çi? di çi wateyê de nivîsiye. ew û şopînerên wî û xwedê te!ala dizane.
navnîşana hesabî: @Kilite_Kou
bio: Biz Halkımıza Aşığız.
ev çi evîna bi zimanê neyarî tê gotin! ev çi rûreşî ev çi kambaxî ye.
navnîşnan hesabî: @barzaniso
bio: Journalist #middleast #Ortadoğu
ev çi rojnamevaniya ku xwediyê wê nizane rojhilata navîn binivîse! bê lome be, ev qebhet neyê serê ti kesî heger hat jî bê serê neyaran!
navnîşana hesabî: @Renasist
bio: Uluslararası ilişkiler ve Adalet.
ka kurdî? dev jê berde bira!
navnîşana hesabî:@temoselim
bio: wêje û azadî * part-time poet * okur-yazar * Ph.D. * Çirûsk-Radikal * 7/24 mijul-meşgul
hinekan digot ev zilam nivîkarekî kurd e. ew çi karê li radîkalê dike? an ew çi tirkî û pirrzimanî ye. gelo mijûl bi zanîn wek mijul nivîsiye an çi! jê wa ye ku tirk jî wî dixwînin.. ax kurdo!
mînak pir in, lê îroj ev bes in.
|