Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
esperanto

esperanto

1. Esperanto (navê wê ya orijinal lingvo internacia/zimanê navnetevî ye), zimanê ku ji aliyê bijîşkê çavan ê polonî ludwik lejzer zamenhof ve di sala 1887 de hatiye çêkirin. zamenhof di pirtûkê xwe ya fundamento de esperanto de batûr û bingehên Esperanto rave kiriye.
zamenhof ê ku xwe wekî dr. esperanto(kesê ku bi hêvîdar) da naskirin, xwest ku zehmetiya ragihanê di navbera kesên ku endamên netewên cuda xelas bike ev ziman çêkir. îro her çiqas di nav zimanên çêkirî de yê herî tê zanîn û peyvîn Esperanto be jî kesên ku ji vê zimanê hêvîdar in, hîn bi miradê xwe şad nebûne.
di biçûkaniya xwe de min pir dixwest vê zimanê armanc-bilind hîn bibim û tenê bi vî binivîsînim. lê di çaxên dibistana navîn de ez ketim pêşiya kurdiya xwe ya birîndar. hek kurdiya min ji aliyê dewlet ve nehatiba qedexekirin û serbest bibaya û bi aliyên kurdî-axivêran hatiba dewlemendkirin, bêguman min ê bi vê zimanê binivîsanda. kesên ku mirada me kuşt wekî pelên payîzê hişk bibin û têkevin bin erdê. ez hew vaya dibêjim…
lê îro ji bo pêdivî meriv dikarin Esperanto fêr bibin. wekî mînak, hek hun dixwazibin herin ewrûpa yan jî amerîkayê û zimanê we ya biyanî tunebe, di demekî kurt de hun ê karibin Esperanto hîn bibin. du fêdeyê wê heye: 1. hek hun hîn bibin, hun ê karibin hevalekî esperantist bikin ê ji ewrûpa yan jî amerîka û dema hun çûn wira, hun dikarin mêvanê wan bin. 2. bingehên rêzimana Esperanto pir matematîkî ye û hindik in. di demekî kin de hun dikarin xwediyê zimanekî din bibin. ji xwe zamenhof, rehme xwedê li ser wî be, bingehên zimên di 16 bendan de tespît kiriye. hek zimanê we yê ingilîzî jî hebe, jiberkirina bêjeyan pir hêsan dibe. ji bo ku her çi qas esperanto xwe wekî zimanekî navnetewî û dinyê dihesibîne û tê qebûlkirin jî bêjeyên wê piranî ji latinî, rûsî, fransî, polonî, ingilîzî û hwd histendî ye.

çend bingehên Esperanto:
bêjeyen navan bi –o xelas dibin: (rapido: lez)
bêjeyên rengdêr bi –a xelas dibin: (rapida: lezgîn)
bêjeyên hoker bi –e xelas dibin: (rapide: bi lezgînî)
bêjeyên lêker bi –i xelas dibin: (rapidi: lezîn)
cînavkên kesê:
mi: ez/min
vi: tu/te
li: ew/wî
ŝi(şi): ew/wê
ĝi(ci): ew- ji bo candar û alavan û hwd
ni: em/me
vi: hun/we
ili: ew/wan
kişandina lêkeran pir hêsan in. tenê qertafên demê tê lêzêdekirin; qertafên kesayetî naxwazin.
dema nuha: -as mînak: li iras (ew dihere)
dema borî: -is mînak: ĝi estis mia (ew ê min bû)
dema pêşî: -os mînak: mi legos (ezê bixwînim)
raweya fermanî: -u mînak: iru! (here!)
û hwd…
ên tirkî dizane, kişandina lêkeran a demê dişibe tirkî. bi gelemperî jî bingeha tercîhên qertaf ên Esperanto pir lê tê.
kurda: kurd
la kurda: kurdî
kurdio: kurdistan
not: ên dixwazin fêr bibin, em dikarin bi hev re pratîkê bikin. li tirkiyê çend komên esperantist jî hene.



23.12.2013 11:35 ~2017.12.18 22:15 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» esperanto

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî