Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gaza xwezayî

gaza xwezayî

1. ji şêweyê nivîsandina navê wê ketime şikê.. bi tirkî jê re dibêjin doğalgaz û bi ÎngÎlîzî jî hem gas û hem jî natural gas tê bikaranîn.. wek ku tê dîtin tirk peve dinivîsin û îngîlîz an serê xwe pê re naêşînin an jî jeve (ev peyva ku tê wateya cuda û nebihevveyê min vêga bi dest xwe re lê kir) dinivîsin..

wîkîpediyayê wek erdgaz li ber bejna kurdî fesilandiye ev made..

wekê neftê ji binê erdê derdikeve û ji fosÎlên demdageriyayê çêdibe anku peyda dibe.. berê bi egera ku bi kêrî tiştekî nayê dihate şewitandin lê paşê nizanim bê ka kî aqil kiriye, piştî neftê re wek girîngtirîn sotemeniya li ser rûyê erdê tê dîtin.. gazeke organîk e, bê bêhn û bê reng e lê ji bo ku dema di tesîsatê de pirsgirêkek derkeve were fêhmkirin şîrketên firoşkar û belavker bi piranî madeyeke kîmyewî ya bi navê tetrahidrotiofen ku bêhna sîrên rizî û petitî jê tê lê dikin..

giraniya wê ji hewayê siviktir e, yanî bi ser hewayê dikeve..

bi piranî (%70-%90) ji gaza metanê ku jê re hîdrokarbûn jî tê gotin pêk tê, wekê din di nav de pêkhênerên wek etan (C2H6), propan(C3H8), butan (C4H10), û bi kêmî be jî karbondîoksît (CO2), azot (N2), helyum(He) û hîdrojen sulfur(H2S) jî hene..

li her der û devereka ku neft jê derdikeve, peyda dibe.. herî zêde li dewletên yekbûyî yên amerîkayê derdikeve, piştî dyayê, welatên wek kanada, hollanda û îran têne di rêzên pêşîn yên derxistin û berhemanîna erdgazê de..



14.12.2013 00:25 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gaza xwezayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî