1. naveke xweş yê jinan e.. naveke bi erebî ye û bi kurdî tê wateya şevê.. di nav jinên misilman de naveke gelekî berniyas û berbelav e.. di nav kurdan de bi vî navî du jinên meşhûr hene yek jî leyla qasim e û ya din jî leyla zana ye..
bi vî navî helbesteka cegerxwîn jî heye ku ji bo leyla qasimê nivîsandiye..
û ciwan haco jî di albÛmeka xwe de heman helbest kiriye beste û stirandiye..
leyla çi ye?
leyla jin e..
leyla kê ye?
leyla min e..
'Şêr, şêre, mêre yan jine
Nîşan bi dest, Leyla mine
Polaye dil wek asine
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Leyla mine, Leyla welêt
Wê dil li min kir ar û pêt
Mizgîn li kurd roja me têt
Dijmin ji tirsan maye şêt
Leyla çîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Sitêr ji ezman hate xwar
Zer bûn li min bax û bihar
Rabin xew ey xwendewar !
Tev mêr û jin bibne şiyar.
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Daser te taca Erdeşêr
Navê te dinvîsim bi zêr
Jin nû dibin wek şêr û mêr
Leyla çîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Leyla kaça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ko canfida
Xweş bin ji te jar û geda
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Leyla delal û pir çeleng
Leyla ciwan û şox û şeng
Xwe daye kushtin wek pileng
şêre li nav kurd daye deng
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Leyla çiraxa şevreşe
Wê rû li kurdan kir geşe
Kuştin bi me kurdan xweşe
Zordarî îdî nameşe
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Bi wê li kurd ron bûye şev
Jin bûne wek Leyla me tev
Îdî nema hêjaye rev
Ey kurd de destan bidne hev !
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Divêm li pey te bêm ejî
Çibkim bi vê jîna rijî ?
Xwînê nerejî napijî
Leyla bijî, Leyla bijî !...
Leyla çîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Pir şerme ey xortê ciwan !
Keç bêne kuştin pehlewan
Win jî temaşa kin li wan
Rûmet çiye ey xwendewan ?
Leyla çîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Êrîş bikin rengê Ziya
Zû derkevin jorên çiya
Bigrin li ber dijmin riya
Ka: Hor û Mît û Mîdîya ?
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...
Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min derbûn birîn
Hetta ciger min bûye xwîn
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine...'
ciwan haco - leyla :
vîdyoyê veke
|