2. helbesta dawîn ya şairê binavûdeng ê amerîkî, edgar allan poe..
berî çend rojekî liqayî wergera bi kurmancÎ ya vê helbestê hatibûm..
helbest:
it was many and many a year ago,
in a kingdom by the sea,
that a maiden there lived whom you may know
by the name of annabel lee;
and this maiden she lived with no other thought
than to love and be loved by me.
she was a child and i was a child,
in this kingdom by the sea,
but we loved with a love that was more than love
i and my annabel lee
with a love that the winged seraphs of heaven
coveted her and me.
and this was the reason that, long ago,
in this kingdom by the sea,
a wind blew out of a cloud by night
chilling my annabel lee;
so that her high-born kinsman came
and bore her away from me,
to shut her up in a sepulchre
in this kingdom by the sea.
the angels, not half so happy in heaven,
went envying her and me:
yes! that was the reason
(as all men know, in this kingdom by the sea)
that the wind came out of a cloud, chilling
and killing my annabel lee.
but our love it was stronger by far than the love
of those who were older than we
of many far wiser than we
and neither the angels in heaven above,
nor the demons down under the sea,
can ever dissever my soul from the soul
of the beautiful annabel lee
for the moon never beams without bringing me dreams
of the beautiful annabel lee;
and the stars never rise but i see the bright eyes
of the beautiful annabel lee;
and so, all the night-tide, i lie down by the side
of my darling, my darling, my life and my bride,
in her sepulchre there by the sea
in her tomb by the side of the sea.
û wergera wê ya bi kurmancî:
Salek bû pir ji mêj ve
Li mîrnişîneke li qiraxa behrê,
Keçek lê dijiya ku hûn dikarin nas bikin
Bi navê Annabel Lee:
Û ev keç bê xem dijiya
Wê ji min hez dikir û min ji wê hez dikir.
Ez zarokek bûm û ew zarokek bû,
Li vê mîrnişîna li qiraxa behrê,
Lê em evîndarên hev bûn bi evîneke ji evînê wêdatir,
Ez û Annabel Leeya min;
Bi evîneke ku ferîşteyên biper ên bihuştê
Xweziya xwe bi wê û bi min dianî.
Û ev bû eger ku zehf ji mêj ve,
Li vê mîrnişîna li qiraxa behrê,
Bayekî ji ewrekî pêl da, cemidand
Annabel Leeya min a çeleng;
Ji ber vê lêzimên wê yên zadegan hatin
Û ew ji min qetandin,
Ji bo ku wê bixin nav gorekê
Li vê mîrnişîna li qiraxa behrê.
Ferîşte, nîvşad jî nebûn li asîmên,
Çûn bi daxêsa wê û min;
Belê Ev bû eger (mîna ku tevahiya mêran dizanin
Li vê mîrnişîna li qiraxa behrê)
Ku ba hat ji ewr, bişev,
Cemidand û kuşt Annabel Leeya min
Lê evîna me zehf xurttir bû ji evîna
Mirovên ji me temendirêjtir
Yên ji me pir jîrtir;
Û ne ferîşteyên li asîmên,
Ne jî şeytanên li bin behrê,
Dikarin veqetînin gîhana min ji gîhana
Annabel Leeya çeleng.
Herçend hîv qet nebişirî, bêyî ku min bibe xewnên
Annabel Leeya çeleng;
Û stêrk qet derneketin, lê ez hîs dikim çavên ronî
Yên Annabel Leeya çeleng;
Û wiha di tevahiya medûcezîra şevan de, vedizelin li perava
Xweşdeviya min -xweşdeviya min- jiyana min û bûka min
Li gora wê ya li perava behrê,
Li gora wê ya li perava behra ku deng dide.
wergêr: memê mala hînê
|