Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
radyo

radyo

10. hazir mijar vebûye dixwazim bîranîneka xwe ku tê de (bnr: radyon) jî heye -ku berê bav û bapîrên min navê radyoyê wek radyon bilêv dikirin- binivîsim.. şevekî li gund hê ez 3 salî tê heme yan tê nîn im komek gerîla li malê pal dane û diya min jî li aşxanê ji bo mêvanan şîvê amade dike.. axirê şîv çêbû û sifre li ber mêvanan hat rayêxistin.. heçiyê li gundan mayî zane halûwextê malekî çi qas xweş be jî heta ne ku mêvanek bê malê zûbizû goşt an xwarinên xweş çênabin di malê de.. axirê bavê min û birayên min ê mezin ê gerîlla rûniştin ser sifrê piştî çend deqeyekî min hew nêrî ku binê sêniya ku goştê biraştî tê de ye dixweye.. min fêm kir ku wê gşt ji min re nehêlin ez rabûm min giriyek welê kir heçiyê nizanibûya wê bigota qey -Xwudêneke- bavê min emrê xwudê kiriye.. axirê ji nav gerîlayan gerîlayekî pirsî û go: te xêr e heval, çima digirî? min jî jê re got: we hemû goşt xwar, tiştek ji me re nema.. piştî van gotinên min dilê camêr bi min şewitî an gunehê xwe bi min anî û ez gazî sifrê kirim û li cem xwe dam rûniştandin min dît ku çend ji bilî çend hestiyên ku pê ve goşt nîne bi navê goşt tu tişt nemaye min dîsa kûr kir girî.. dîsa heman gerîlayî ji min pirsî û go: te xêr e dîsa heval? vê carê ji bo çi digirî? min jî got: dilê min naçe savarê ez girarê dixwazim.. dîsa li min vegera û got: heval savar xwarina me kurdan û girar jî xwarina dijminê me tirkan e.. ji ber hindê nabe ku em devê xwe li girara tirkan bidim.. axirê piştî ku hinekî bi ber dilê min re çû û hat min çnd kevçî li savara ziwa dan û zikê xwe yê birçî pê aş kir.. piştî ku seremoniya şîvê temam bû û bi ser de jî fesla çay û fêkiyan jî qediya.. gerîlayan da xwe ku rabin.. gerîlayê ku bi min re şitexilî di ber derî re hê derneketî ji çentê xwe yê piştê radyoneke sor deranî û da min..



piştî ku leşkerên serdestan ji ber ku gundiya qoricitî qebûl nekirin li ber çavên me agir berda gund me nema zanî ak em çawa hatine bajêr.. radyona min a sor jî di nav wê teşqele û xirecirê de wenda bû.. lê hî jî çizîniyên radyonê yên ku ji kanalên erebî yên radyonê dihatin wekê doh li ber guhê min dikin çing çing..



06.07.2013 12:37 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyora parçî wayştene

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî