9. halet û haceta elektronîk ya ku modûlasyona dengî ya di pêlên elektromanyetîk yên radyoyê de pêşiyê elektronîze dike û paşê vediguhêzîne û dike deng.. radyo ji bo sitandin û bihîstina teyfên elektromanyetîk yên di mesafeyên diyarkirî de hatiye danan.. li gorî faktorên bijêrkarî û hestiyariyê mirov dikare qalîteya radyoyan binirxîne..
radyoyên popûler li ser bingeha ku ji du modûasyonan behremend dibin hatine danan.. (bnr: am) (bnr: modûlasyona firehiyê), (bnr: fm) (bnr: modûlasyona frekansê)..
wekê din taybetmendiyeke din ya diyarker ya radyoyan firehiya modûasyona wan e.. firehî di ber hejkê re bilindtirîn şîdeta hejkê ya pêlên radyoyê ye.. di şîfrekrina kanalên radyoyê de pirî caran pileya frekans û firehiyê tên bikar anîn.. di radyoyên amyê de bi guherîna pileya firehiyê, di radyoyên fmê de jî bi guherîna frekansa pêlên radyoyê di nav mesafeya frekansan de şîfrekirin tê kirin..
antênên radyoyê ji ber ku tenê ji bo bihîstina weşanên di frekanseke diyarkirî de tê eyarkirin pêlên din yên radyoyê nastîne û nabihîse.. şîfreyên ku di nav pêlên radyoyê de hatine veşartin ji aliyê stînerî ve tê safî kirin û bi riya hoparlorê vediuhêze û dibe pêlên dengî..
band (metre) mesafeya frekansê (KHz)
120 2300 - 2495
90 3200 - 3400
75 3900 - 4000
60 4750 - 5060
49 5730 - 6295
41 6890 - 6990
41 7100 - 7600
31 9250 - 9990
25 11500 - 12160
22 13570 - 13870
19 15030 - 15800
16 17480 - 17900
17 18900 - 19020
13 21450 - 21750
11 25670 - 26100
di nav van bandan de bandên ku ji bo radyoyên amator, keştiyên ticarî û leşkeriyê hatîn veqetandin jî hene.. bi piranî ev weşan di nav xwe de mosûlasyonên wekê ssb, cw, rtty dihundurîne..
ji bo van weşanên bistîne û bibihîse radyo pêdivî pê dewreyeka veser ya bi navê bfo (bnr: beat frequency oscillator)yê heye..
cureyeka din a radyoyê ya nû derketî ya bi navê xmê ji fezayê ji bo weşanên hejmarî ya frekansên bilind bistîne hatiye dîzayn kirin.. di vê cureya nû ya radyoyê de qalîteya dengî gelekî baş û serkeftî ye..
bi pêşketinên teknolojiyê û berbelavbûna bikaranîna Înternetê her ku diçe hejmara îstgehên radyoyan yên ku li ser înternetê weşanê dikin zêdetir dibin..
|