Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
pere li erdê dîtin

pere li erdê dîtin

1. dema ku pir lazim be, di demên tengasiyê de, xêra xwedê ye. bicih hatine duayan e. min gelek caran pere li erdê dîtiye.

bîranîna min a ewil digihe heyşt saliya min. rojekê nîvroyê bû. ders qedyabû. min ji mektebê dabû rê ku biçim malê. wan salan ne ji adetê bû zarok ji mektebê derkevin û bi erebe an servîsê siwar bin, bigihin malê. bi lingan diçûm. herkes bi lingan diçûn û dihatin. wê çaxê ziravê xelkê ji pedofîlîyê an ji tiştên din nediqetiya. gerçî dêya'm tim li min şîret dikir, digot wê qereçî te têxin çewalan û te birevînin. ezê zarokekî diyarbekirî, min tedbîra xwe girt. min kêreke piçûk (bi rastî pir piçûk bû) di bêrîka xwe de digerand ji bo çewalê biqetînim. ne ku lawê xelkê bidim ber kêran. ma em biçaxçî ne?

wê rojê di rêya vegerê de hevalên min ne bi min re bûn, niza'm çima. nahê bîra min. hema bi tenê di rê de diçûm. dema di ber benzîngehekê re derbas dibûm, kaxideke mezin li erdê nebînim, bi wêneya beton misto ser de. di salên 90î de ne tiştekî asayî bû mirov mistoyî li erdê bibîne. pirî caran li ser dîwaran rastî wî dihatim. di cihên bîlesebeb bilind de. pere li ser seran û ser çavan. lê divêtiya min pê tunebû, ne bi pereyê û ne jî bi mistoyî. bê plan û bê hazirî ew pereyê mezin ez xistibûm tora xwe di heyşt saliya xwe de. Ewil ew pere ji min re bû êş, ji min re bû diltengî. Min nedizanî pê çi bikim. Dibe ku ji kesî re qal nekiribim jî. ew pere-misto dawiya dawî ji min re bû tahmtîtik: bû biskiwît, bû şokokel (te go çi?). ji min re bû defter û ji min re bû tiştên din ku aniha nahê bîra min.

wekî min got, ew yek bîranîna min a ewil bû. ne zêde be jî, hîna jî car caran pere li erdê dibînim. pere-misto min bernade. ji dû min naqete. heya aniha min xêr jê nedîtiye. bi ya min a ku mirov kêfa xwe jê re bîne ne pere ye. jê xweştir heye. zêr li erdê dîtin



23 roj berê 23:40 ~2024.05.27 11:43 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
belki ev jî bala te bikişînin
» pere li erdê dîtin
» erdê xweda
» dîtina molotofê di xwîna emîne erbanî de

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî