Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
bîranînên jiyana gund

bîranînên jiyana gund

1. dema diçûm liseyê, havînî carcaran ji ber zorê malbatê ji bajêr diçûn gund, ji ber kar û barên çinîna genim, fasûlî, birrîna rêz tiştên weha de dixebitî, alikariya kal û pirê dikirî.
Li bajêr hevalên liseyê yên xwende bûn, bi çendan re diçûn pirtûkxaneyê bajêr, li ser fîlm, rojname, kovar, pirtûkan dikevim gengeşî an jî sohbetan. lê belê dema ku diçûm gund, ku ziman xwerû kurmancî bû, lawikên hevsalên ango çaxê min hebek hov, "nekedî" dihatin, nikarîbûm bi wan re bi hesanî hevaltiyê çêbikim.
Di wan wextên liseyê de rojekeka evarî hevalekî min ji ber nivîseka di kovara “ bîlîm ve teknîk”ê pirsek weha kiribû. “li avahiyek 100 qatî de pisingek dikeve nemire, ji mirine xelas dibe, difilite, lê belê li avahiyek 5 qatî de pisingek dikeve erdê û dimire, çima weha dibe?” *

sibehê hê di bersiva pirsê hîn nebûyîm çûbûn gund bona çend rojan rakirina bêndera fasûliyê, alikariya kal û pîrê.
Hingê du lawikên nezîkî hevsalên min her yek ji hev cihê û hinek dûr qasî bîst karik û berxik anibûn çêrandinê derdorê zeviyan ber hatî hilanîn.
Navê yekî yusiv bû ya dîn jî velî bû. Velî û yusiv hemçaxê, hevsalê hev bûn. Ji dûr va ji hev ra dijûnan, sixêfan digotin.

Yusiv ji velî ra di dengeka hêlî bang dikir: “iloo velîî min di devî te da rî! Loo velî min di pozê te da rî! Lo velîyo min di dev da rîyo! Velî min eniya te da rî!

velî ji dûr ve bersîvê dida: “iloo fisoyî mihovê min ew ço kir qûnê” uso tir û fis o! Fisoyî mihovê min ço xist qunê, kir zirtzirtê! ( wî lawikî ra yusivî mihovê (vahap a kurdî) digotin, cihê yusivî mihovê fisoyî mihovê digotî.
Lê ji bona pevçûnê, hevxistinê nedihatin ba hev, dema nêzîkî hev ibûn jî her yek xwe ji yê din dûr dixist.

Her du lawik hona sibehê hemberî hev bi hev ra heta germa nîvroyê ji dûr ve weha bang dikirî, germa nîvro de ji ber mexelbûna karik û berxikan navber didan, ber evarî disa destpê dikirin. Carcaran deng ji dûr da hindik dihatî, car caran nêzik dibûn bi dengekî hêlî.Senfoniya dijûnan hemberî hev çend rojan dewam kirîbû wexta şixûlê de.

Çend caran çûbûm hinde yusiv ku bi wî ra hevaltiyê bikim, lê çênedibû. Ji min ra gotibû: “ ez ji te xurttir û camêr im, ez karim bi hesanî zorê te bibim, ezê anha têbixim tuyê bigirî, ku tu bixwazî em herin ciyekî nediyar, talde, hevbixin da ku em bizanin kî werek kî newerek e, qunê te xwar e, ez şedikim ( dikarim) bi pehînekê rast bikim mîna doxtorekî!

• Bersîv: dema ku pisîk ji cihekî bilind dikeve derfeta dibîne ku mîna paraşûtê li ser çar lingan dakeve erdê, lê di cihên nizm de dikevî derfetê nabîne ku li ser çar lingan dakeve erdê, birîndar dibe an jî dimire.



24.05.2023 00:23 ~01:12 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de
» jiyana birûmet
» gundger

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî