Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
hak-par

hak-par

1. Hak ve özgürlükler partisi (kurdî: partiya maf û azadiyan) partiya xwe weke kurdistanî pênase dike ye. Di sala 2002an de ji aliyê neviyê şêx saîd abdulmelîk firat ve hatiye damezrandin. Yek ji serokê wê yê herî tê zanîn kemal burkay e.

Here lînkê

Serokê partiyê yê niha duzgun kaplan e. Partî herî dawî beşdarî hilbijartina 2015an buye û 110 hezar deng wergirtiye. Di hilbijartina îsal ya 2023an de jî maf girtiye ku beşdar bibe. Di lîsteya hilbijartinê de di rêzan 2yan de cihê xwe girtiye. Rêveberiya partiyê di hilbijartina serokkomariyê de ji ber ku namzedek mafê kurdan biparêze tuneye, biryara boykotê daye. Yanî piştgiriya tu namzetî nake.

Esasên partiyê bi vî rengî ne:
- hakpar ji bo kurdan wek statu federasyon dixwaze. Bawer dike ku çareya meseleya kurdan bi wergirtina federosyonê kare çareser bibe û asîmîlasyon bi vî rengî kare bê rawestandin.

- divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanek fermî û di destûrê de were naskirin.

-divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji dibistana seretayî ta zanîngehê bibe zimanê fermî û mecbûrî.

Yek ji sloganên partiyê ya berbelav, "çîzo vîzo nizanim, federalî dixwazim" e. Hakpar li bajarên anatoliya yên kurdên surgûnkirî lê hatine bicîhkirin de piştgiriyek baş girtiye di hilbijartina 2015 de. Bajarên weke konya, kayserî, çorum, kirşehîr û yozgatê hakpar dengên sembolîk wergirtiye.

Di demên dawî de hakpar ji ber ku polîtîkaya biratiya gelan rexne dike, netewperweriya kurd dike û li ser mesela zimanê kurdî disekine, gelekî piştgiriya kurdên neteperwer û nasyonalîst wergirtiye. Tê hêvîkirin di vê hilbijartinê de rayên bertekî yên ji ber polîtîkaya biratiya gelan herin hakparê.



05.05.2023 03:25 ~03:28 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» hak-par

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî