2. Li ser vê romanê meqeleyekî bi navê "Türk Romanlarında Oryantalizmin
İzini Sürmek: Dağları Bekleyen Kız
ve Dersim 1937" ji aliyê Ronayi Önen ve hatiye nivîsin.
Derheqê vê romanê wiha gotiye :
"Li gorî pênasa Saîd, “Oryantalîzm” şêweyekî hizirînê ye ku pala xwe dide cîhêgirtina ontolojîk û epîstemolojîk a navbera “Şerq” û “Xerb”ê. Civateke fireh a nivîskaran ku di navbera wan de hozan,
romannûs, felsefezan, teorîsyenên siyasetê, aborîzan û rêvebirên împeratoriyê jî hene, gava ku li ser Şerqê, mirov û kevneşopiyên wê, aqil û qedera wê, teorî, destan, roman, şayesên civakî û tomarên siyasî pêk tînin û diedilînin, ”cudatiya” hîmî ya di navbera Rojhilat û Rojava de, ji xwe re dikin xala destpêkê.Ku em li gora bilêvkirina Saîd a oryantalîzmê re binirxînin, Gava ku Tirkiyê di avakirina netewe dewleta xwe de, wek divêtiya netewperestiyê êdinên xwe afirandine, rojhilatê Ferêt wekî erdnîgariyeke paşdemayî û hewceyî şarezatiyê û di serî de Kurd, gelên vêerdnîgariyê jî, wekî mirovên “nezan”, hînî birêbebirina li gora urf û adetan bûyî, heta “hov”,
saz kiriye. Gava ku ev kiriye jî, her wekî Saîd jî daxuyandiye, hozan, romannûs û teorîsyenên siyasetê piştevanî kiriye. Ez ê di vê nivîsê de, di rêya ku Saîd vekiriye re biçim û hewl bidim ku bi du
nivîskarên romanê, oryantalîzma di avakirina netew-dewleta Tirk de xwedî roleke mezin û taybetmendiyeke berbiçav a neteweperestiya Tirk, bişopînim. Pirtûka yekem ku ez ê lê hûr bibim, pirtûka
Esat Mahmut Karakurt a bi navê “Keça Pesahana Çiyan-Dağları Bekleyen Kız” e. Pirtûka din jî romanek e; romana Barbaros Baykara ya bi navê “Dêrsim 1937- Dersim 1937” ku gelekî piştî wê di
salên 1970’yî de hatiye nivîsandin. "
Hûn dikarin ji vir bixwînin : Here lînkê
|