Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hewldanên populerkirina tirkiya amedê

hewldanên populerkirina tirkiya amedê

4. Mixabin çend kesên ku nas dikim û ji navenda Amedê ne, bi xwe jî ji devoka xwe ya Tirkî ya Amedê hez dikin û wekî ku ew devok eslê wan be diparêzin û her derê bi awayekî serfiraz diaxivin. Min carekê ji hempolê xwe pirs kir; tu çima gava li gel xwendevanên xwe diaxivî bi Tirkî'ya standard naxivî? Ji min re got; "birrê ma eslimizî saxlîyax?!biz eslimizî sevîyix, eslimize baxlîyiz."
Min got; ma eslê te kurdî ye yan ev devoka Amedê ye? Got; "ferq êtmî birrê mi"
Ne ku ji ber wî hevalê xwe tenê dibêjim, gelemperî yên ji navenda Amedê an qet Kurdî nizanin an jî dizanin lê naxivin. Lê ez nikarim ji bo navçeyên amedê wisa biaxivim mêrik wekî şêran kurdîya xwe dizanin û bikar tînin jî.
Têbinî; devokên Tirkî yên ku kurd bikar tînin qet xweş nîn in, eger dê bi Tirkî biaxivin jî bila wekî mirovan û gorî rêzimana Tirkî biaxivin. Ji bo hemû devokên Tirkî yên ku kurd bikar tînin ev gotina min derbasdar e.
Ez jî ji Wanê me ev pirsgirêk heman awayî li wanê( navend û navenda Erdîşê) heye. Nebêjin ev tenê Amedê reş dike. Bi giştî deverên ku mezin dibin û nîra kolonyalîstan lê zêde dibe ev pirsgirêk rûdidin.
Têbinîya duyem; ev nêrînên min, gorî çavdêriyên min yên takekesî hatine afirandin, ji bo palpişt kirina van di destê min de îstatîstîkên zanistî tunin, anku nêrînên min yên kirdewarî ne, pêkane xeletî yên min hebin û/an jî temamî şaş bim.



28.01.2023 23:33 ~23:43 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewldanên pêşmergeyan ya ji bo standina mûsilê
» tirkiya wanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî