Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
perik

perik

2. pirtûka min anha xelas an jî teva kiriye. ji ber giraniya famkirina pirtûkê ya tirkî jî kirî, da ber hev û ne hemû, tenê hin beşan bi hev ra xwendî. cara ewil e ku pirtûkek selîm berekat dixwînim. ji bilî famkirina hinek cihan bi gelemperî mijarê pirtûkê ecibandî. rastî û xeyalî, dema niha û dema borî bi avayakî hostayanê tevlihev dibin. bi min rexneyek tund ber bi nirxdaraziyên malbatê û cîvakê heye ku ev rexne bi bûyeran re bi awayekî nepenî hatiye vêgotin. peyamên sîyasî jî tev li pirtûkê kiriye nivîskar. dîrok, dîn, bîranînên zarokatiyê, nirxdarazên civakê tevlihev dibe. nivîskêr di dîrokê de keseyatiyên mîna hesen heyrî, melê selîm, qadi muhammed, sîmko hin beşan de tev li pirtûkê kiriye. ji bona famkirinê wan beşan zanîna dîrokê jî hinek hewce ye.

famkirina hin beşan giran e. wekî bi hev ra axaftina balindeyan meriv ji famkirinê re hinek dijwarî dikşine.
ji vêgotinan têkiliya di navbera serlehenga pirtûkê û birayê wî ya cêwî dîno û baş aniyê zimên. meriv carcaran di pirtûkê de tiştên ku ji zarokatiyê xwe jî digire an jî tê bîra meriv.


çend peyvên ku bala min kişandiye di pirtûkê de ev in.

herifîn: ez herifîm, “ben yikildim”

panav: pehnav: zozanên bilind, deştên bilind. lê di pirtûkê de wate cîhê pan, panî, fireh û rast a pişta xaniyan, ber xaniyan ku ev gotin axpîn e. (axpîn :zeviyên kelekên xaniyan)

mizicîn: beşişîn, bişirîn, girnijîn

dergehê hesinî: deriyê hesinî

kurisîn: diranên kurusî, kotî, kojî, rizî

gewî: qure wekî ew balindeyekî gewî ye.

likumîn: terpilîn, tewişîn, behitîn, setimîn

mûsim: demsal, “mevsim” a tirkî
karê şofêrtiyê jî asantirîn kar e di mûsîmê çinînê de ku zêdetirî dû mehan dom dikî.

wesandin: xwastin, sîparîş
wekî hemdî du qedehên din wesandin.


pê şa bûn : cihê “okşamak”a tirkî hatiye bikaranîn.
mem bi porê wê ye kinik digirt, pê şa dibû û digot. gotina nîwastin heye ku meriv dikare heman wateyê de birahije.

heşandin: tijî kirina tiştekî
diya wan hiriyê dişo û dijene da ku pê doşekan biheşîne

mem bi hêl dikeniya
bi hêl kenîn: kis kis gülmek ( li gorî wergerê)


darstûnên golê: “kale direği”
lîzgeha pêgogê: cihê ku gog tê lîstin.

keslanî: teralî, lexerî

hespê nebî: cûreyek kûlî ye.

termxane: morg
têrm: peyvên beşên mîna kîmya, edebiyatê
term: cendek, bedena mirî

raweşandin: xwe ba kirin,
her du teyr kumikên xwe raweşandin
perikên xwe raweşandin.

zivir: hejgî, girnazî, girnoz, girûzî, zivrî, çenteyê binî zivir “sert, pûrtûklû” ya tirkî.


keleboxa çayê: hilm, dûkela çayê.

çoçik:hesk


meriv rastî hin peyv an jî qertafên tirkî jî tê di nav pirtûkê de. ya rast hemberî nivisî

çekmaçe……………….berkeşk
dikancî………………….dikandar
boyaxçi………………..boyaxvan
çayçi…………………..çayger
dondirme………………bestenî
yaxaya gömleğe……….bestûka îşligê
fayîzcî………………faîzger, faîzvan



26.01.2023 00:20 ~01:09 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» perika zik qetiyayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî