2. Gundê ku sala 1982 da 1150 qirgiz hatî bicihkirinê ye. ev gund li geliyê zîlan e. Li vî geliyê (bnr: komkujiya geliyê zîlan) pêk hatiye û 44 gund bi hemû kesên tê de hatiye rakirin. Ev qirgiz ji efxanîstanê ne û dema şer derdikeve bi destê komara tirkiyê li navçeya erdişa wanê tên bicih kirin û îmkanên fireh ji wan re tên nasîn, ji wan re derban, dibistan, binkeya tendûristiyê pêşiya hemû gundên derdorê tên çêkirin. Ev 41 sal e hatine bicihirin û niha hejmara wan bûye nêzî 4 hezaran lê tu têkiliyên xweş navbera wan û gelê xwecih pêk nehatiye. Dema qanûna qoricîtiyê derdikeve dewlet gelek kesên ji wan dike qoricî pişt re meaş û çek dide wan. Her tim ew û gelê xwecih bi hev re şer kirine. Hema hema hemû qoricî ne û bi çekên xwe derdora gundê xwe ne. Heta salên dawî jî gelê derdorê bi çekan çûbûn ser gundê wan. ew jî derdikevin ser medyayê û gotin ev sempatîzanê pkkê ne, ji ber ku em tirk in tên ser me. Lê tu eleqa wan gundiyan û pkk tûnebû heta navbera wan yên ku ji pkk hez nakin û hemberî wan in jî hebûn. Sedema şerên navbera wan ne ji rasteras tirk-qirgiz bûna wan e; çand û kultura wan û ya gelê wir, erdnigariya wan, her tiştê wan ji hev cûda ye û ew jî jixwe kevneparêz in şer jî ber van sedeman û ji ber meseleyên merayên gundên derdorê derdikeve. |
|
19.01.2023 01:54 |
pêşewa
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |