Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cemali coşan

cemali coşan

1. Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubedeyê (bi tirkî kabadayı) mezin ê enqerê ye. Ji eşîra şêxbizinî ye. Li bayburtê hatiye dinê û li enqerê nav şertê dijwar mezin bûye. Ciwantiya xwe da Li taxa yenidoğan a enqerê hêdî hêdî navdar dibe û pişt re nav û dengê hemû navçeya altındağê, pişt re jî hemû enqerê digire. Tê gotin gelek alîkariya wî gihîştiye gelên hejar û xereca ku qumarxaneyan hildayî gelê hejar belav kiriye (ev gotin hemû jixwe bê îsbat in lê gelek kesên enqerê wiha bîr dînin û dibêjin bav û kalên me wiha digotin. Jixwe gel hez dike kesên wiha bike qareman). Pişt re ewî jî xwe re qumarxaneyek vekiriye û bi danûstandinê re jî mijûl bûye. Li enqerê gotina wî her derî û her kesî re derbas bûye. Li taxa hacettepeyê qubedeyekî din dujminatî jê re dike û sala 1962 da bi bêbextî dikujin. Piştî mirina wî 5 hezar kesên ji eşîra şêxbizinî û fedaiyên wî qadekî enqerê berav dibin pişt re biraziyê cemali coşan lê dixe û kujerê apê xwe dikuje.

Piştî mirina wî nivîskarê şanoyê yê wêjeya tirk da navdar Haldun taner bi çîroka jiyana wî îlham digire û berhema xwe yî herî navdar "keşanlı ali destanı" nivisiye. Hûnermend nurettin sesigüzel jî strana "ankaralı kürt cemali'ye ağıt" nivisiye.
Gorî îddayekî yılmaz güney beriya mirina cemali coşan hatiye enqerê jiyana wî şopandiye û karakterên leyistî da wî model girtiye. Lê rastiya vê nehatiye îsbat kirin.



01.01.2023 18:51 ~18:52 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemali coşan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî