Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
doktor jivago

doktor jivago

1. romana nivîskarê rûs yê nobel-standî boris pasternak e. Ji ber ku li rûsyaya çapa wê ne pêkan bû, cara ewil di sala 1957ê de li îtalyayê hatiye weşandin. pirtûk behsa salên di navbera 1905 (şoreşa rûsyayê) û şerê cîhanê ya duyemîn dike.
serlehengê fîlmê yurî jîvago, xwendekarê tibê ye. Karakterên din pasha, tonya, lara, anna û hwd. hemû hemsalên wî ne.
di nava salan de bi bûyerên şexsî û pêvajoyên ku rûsya dijî, geh ji hev dûr dibin geh digihin hev. çîrokek dûv û dirêj e.
bi romanê re, xwendevan jî dibe şahîdê dîroka rûsyayê.

min pirtûkê bi tirkî û ji çapa cem yayinevi xwend. di redaksîyonê de gelek xeletî hebûn. qene salan jî carina ji hev nedigirtin. belkî dîsa sûcê vê weşanxaneyê be ku di hinek beşan de serê mirov bû bûyeran tevlîhev dibû.

bi kurtî û kurdî: pirtûk xweş e. di derbarê sosyolojîya wê demê ya rûsyayê, hinek nêrînên min yên bingehîn çêbûn. nêrîna min ya ji bo şoreş, şer, azadî, mirovahî û hwd. jî bêguman guherî. standina xelata nobelê, ji aliyê hinekan ve wer hatiye nirxandin ku tenê ji ber muxalîfbûna nivîskar, ev xelat hatiye dayîn.

di sala 1965an de fîlma romanê jî ji aliyê david lean ve hatiye kişandin. bi heman navî. min fîlmê jî temaşe kir. fîlm jî xweş e. lê belê li gorî pirtûkê gelek zêde kitekit hatine jêbirin. ne zêde car in ku min pirtûkek xwendibe û paşê fîlma wê temaşe kiribe, loma nizanim belkî jî ev normal be.

ûûû her wiha. doktor jivago navê wergêrek navdar yên binnivîsan e ku di malpera divxplanetê de binnivîsên tirkî amade dikir ji bo rêzefîlman, bi taybetî lost. keda wî pir e loma li ser me. xwedê jê razî.



14.12.2022 18:46 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» doktor

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî