Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lawik

lawik

2. li zimannas.comê jêderka vê peyvê wiha îzah kiriye:

hevreha soranî الو (xort, ciwan, genc), herdu ji ermenî, bi ermeniya kevn լաւ (law), ermeniya nû լավ(lav), herdu bi maneya "baş, çê, qenc", hevreha prûsiya kevn û latviyayî labs (baş), lîtwanî lãbas (baş), lobùs (zengîn, halxweş), yûnaniya kevn λωΐων (loîon: baştir) û λάφυρον (láphūron: qazanc, xenîmet), sanskrîtî लभिे(labhate: qazanc kirin, wergirtin, peyda kirin), hemû ji protohindûewropî labʰ- (bi dest xistin, bi dest ve anîn, girtin, zeft kirin). Di kurmancî de li hin deveran maneya "kurr" wergirtiye lê li hinên din bi wateya "keşxe, spehî, lihev" e û li hin cihan jî bi maneya "baş" e anku maneya xwe ya bingehîn ya ermenî parastiye. Sebebê guherîna maneyê ji "baş" bo "kurr" ihtimalen di bin tesîra "lac / laj" (kurr) ya zazakî de ye. Lê "lac, laj" ne hevreha "law" e, ew peyveke îranî ye, hevreha iştihardî لزک (lezek) (kurr).

Sebebên ku diyar dikin ku kurdî ji ermenî wergirtiye û ne ermenî ji kurdî wergirtiye ew in ku "law" di zimanên din yên îranî de peyda nabe û "l" di îraniya kevn de tine bû. Loma eger ew ji protohindûewropî yekser daketibûya kurdî, diviyabû ku "l" bûbûya "r" (bide ber "roj" û "rêtin"). Bo guherîna maneyê ji "baş" bo "xort, ciwan, kurr" bide ber diyardeyeke berevajî di peyva "qenc" (baş) de ku ji tirkî ye, bi tirkiya kevn "kênç" û tirkiya nû "genç" (xort, ciwan) ku dubare wek "genc" jî ji tirkî ketiye kurdî.

Here lînkê

ya ecêb ev e, sevan nişanyan di meseleya wergirtiyên ermenî tu carî texsîr nake û yekser dibêje ji ermenî ye. lê belê min li ferhenga wî li peyva lavuk neriya û heyirîm ku qala zimanê ermenî nekiriye. ecêb.Here lînkê



12.11.2022 11:30 ~12:17 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawikên bursayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî