9. di salên 1950an de bo çewlîga kurkên roviyan ava bikin çend kes tên ba hev li sovyetê. wekî tê zanîn rovî tirsonek û kovî ne. nêzî mirovan nabin. dimitri belyaev ê genetîkîst bi zêdetirî 100 roviyan ketiye ceribandinê û ji nav wan roviyên herî sernerm (yên herî nêzî kedî) hilbijartine û ew avêtine ber hev û cewrikên wan mezin kirine û ew jî avêtine ber hev û bi vê di çend nifşan de rovî kedî bûne. lê ya ecêb ev e ku roviyan şibiyane kûçikan. guh, terî hemû şibiyaya yên kuçikan heta him mîna kûçikan di salê de du caran cewrik anîne (ku roviyên kovî di salê de carek tînin) û kurkên wan jî guheriye bûye mîna kûçikan. ev ne bijartina xwezayî ye lê sepandina werarê bi xwe ye. tenê bijartin bi destê mirovan tê kirin û wekî tê zanîn charles darwin bi xwe jî li ser kevokan û hin heywanên din vê bijartina xwedestî sepandiye. |
|
14.10.2022 19:53 ~20:06 |
biruya hayao miyazaki
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |