Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jîna emînî

jîna emînî

1. keçikek ji seqiza herêma kurdistana îranê ye ku ji ber xavika xwe baş li xwe girê nedaye ji aliyê polîsên ehlaqê (گشت ارشاد, geşti irşad) ya îranê ve hatiye kuştin li tehranê. piştî mirina wê li seranserê îranê ji ber nerazîbûna bo sepana xwepêçana mecbûrî ya jinan xelk derketine kolanan. jin porên xwe jê dikin, xavikên xwe dişewitînin, resmên meleyên îranê yên giregir diçirînin, li hemberî êrîşên polîsan ber xwe didin, li cihên rayagiştî wekî serqot* digerin.Here lînkê belê. lê heman xwepêşandêr naxwazin li cem xwepêşandêrên kurd bisekinin jbk rejîma îranê nifaqê têxistiye nav kurd û yên din wekî ku kurd swerxebûnxwaz in. min li kû xwendiye nayê bîra min lê niha dewleta îranê dixwaze jînayê wekî terorîst rê bide. ji bo vê jî dixwaze têkilî di navbera wê û dotmama/pismamê wê ya komalayî de ava bike. her wiha min cihekî xwend ku "jin, jiyan, azadî"ya dirûşma kurdan rasterast wekî "zen, zendegî, azadî" hatiye wergarandin ser farisî û bûye dirûşma jinan.

bi mirina jînayê, ayetulayê mezin, esedulah beyat zencanî (اسدالله بیات زنجانی) gotiye polîsên ehlaqê îllegal in û ew dijberê îslamê ne. daxuyaniyekê ecêb e lê divê bê zanîn ku ayetulayên mezin dikarin fetwayan bidin û ev daxuyanî jî fetwayek e. ev mehmûd ehmedînejad
qey donald trumpa îranê ye ku rabûye ev depertman ava kiriye. Here lînkê

niha li îranê înternet hatiye qûtkirin lewma jî xwepêşandêran nikarin organîze bin. ji xwe ne organîzekirî ne, lê têkiliya wan ji kokê rabûye. elon muskstarlink bişîne ser îranê. Here lînkê her wiha qûtkirina înternetê tê wateya veşartina midaheleyê ku xwedê zane wê çawa bi kirêtî were kirin, çi bînin serê wan.

do ajansa fermî ya îranê daye xuya ku 35 kes hatine kuştin. lê bi ya Iran Human Rightsê herî kêm 50 kes mirine. li wîkiyê binêrin, hun ê jî bibînin ku nîvê wan zêdetir kurd in! edîta piştî: niha fikra min guherî. piraniya 50 kes jî kurd in! her wiha rojnamaya fermî ya bi navê îranê jî ji xwepêşandêran re gotiye terorîst.

bo zêdetir agahî derheqê mirina wê li wîkiyê binêrin: Here lînkê bo xwepêşandanan jî li vir: Here lînkê

navê keçikê her wiha wekî mahsa amini/zhina amini derbas dibe û hemû nûçeyên navneteweyî navê keçikê ya fermî bi kar tînin. her wiha tirşikvanekî jî bi vê navê mijarek vekiriye lê bav û diya wê keçika rehmetî bi navê jîna ser gora wê xwendine û dixwînin lewma divê kurd xwedî li navê wan kurdan derkevin. ne surprîz e ku li îranê navê kurdî qedexe ye, lewma jî nehiştine jîna bibe navê nasnameya fermî.

(bnr: mirina mahsa amini di nezaretxaneyê de)



24.09.2022 13:00 ~13:48 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jîna dilê min

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî