Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
ekşi sözlük

ekşi sözlük

86. Înteraktîf Ferhenga ku nivîskarên berê hin caran entryên têr û tijî dinivîsîn mixabin êdî dev ji nivîsandinê berdane û êdî pirranî nivîskarên netewperwer, nîjadperest, nasyonalîst dinivîsin. Fikrên navend-çep êdî wek fikrên dijber dibînin. Dibêjin chp ser rêya mka derketiyê û ketiye destê kurda (fikrên chpê, gorî wan zehf maf dide kurda!). Dema qala kurda dibe, mijar çi be bila bibe gelek peyamên nîjadperest dinivîsin. Çend nivîskarên xwedî wicdan û çend nivîskarên kurd jî hene lê wana wek xaîn dibînin. Zêdehî dibêjin: ger yek bêje ez hez mka û fikrên wî nakim, êdî tu girîngahiya fikrên wî yê din tunne ye.
Belê, belkî ev tişt ne tenê taybetiya ekşi sözlükê ye, taybetiya gelek cihên tirkiyê ye. Lê tişta hez dikim bala we bikişînim, ekşi sözlük cihê dijber-muxelîfan e. Fikrên zêdehî nivîsakarên Ekşi sözlükê zehf dûr î fikrên giştiya tirkiyê ye. Gelek caran kesên nêzî hikûmeta tirkiyê ji bo vê dijberbûna ekşi sözlükê gelek caran hez kirin ku were girtin. Li ekşi sözlükê her roj bi hezaran peyamên dijberê hikûmetê dinivîsin. Îro rewşa kurdên bakur diyar e, hewceyê gotinên min nîne, ka hûn hesab bikin dijber-muxelîfên tirkiyê ku dibêjin em maf û mirovahî dixwazin wiha difikirin.
Lê tişta balkêştir jî heye; ew dijberên hikûmetê ji bo kû hikûmetê bixin û bixwe dewletê, hewceyê hêza kurda ne. Kurd hêza xwe kê alî dayîni serdest bikin ew dibe serdestê dewletê. Îro hewceyê kurda ne hewqas nîjadperest in, ger ku hewce nebin yê çi bikin gelo?
Hewceye gelê kurd, tu demê dijberiyê hikûmetan û rêveberan nekin, dijberiya dujmin û ew kesên ku pêşiya mafê kurda girtî re bikin û wek mücahit bilici gotî nebin (bnr: hamal kürt).
Ev peyam, min mijara ekşi sözlükê nivîsî lê ji bo pirraniya nasyonalîstan jî rewş wiha ye.
Ji bo şopandina rojewê her çiqas ekşi sözlük cihekî pir acizker be jî ji bo nivîsên zanistî û agahkerî gorî min hê jî li tirkiyê cihê herî pêşveçûyî ye. Ji bo mijarên felsefî-erdnîgarî-psîkolojî hwd. taybetî nivîsên kevn baş in.



20.09.2022 22:32 ~2022.09.22 15:54 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşi sözlükê de mijara tirşikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî