Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
komkujiya geliyê zîlan

komkujiya geliyê zîlan

1. Komkujiya ku tîrmeha 1930 da li geliyê zîlan pêk hatiye. Geliyê zîlan nav tixumê erdîş a wanê ye. Hejmara miriyan gorî hin çavkaniyan 10.000 gorî hinekan heta 47.000 a diçe, gelek kes 15.000 mirî qebûl dikin. Ji bo serkut kirina serhildana agirî ev komkujiya pêk hatiye (ên pêk anîne wisa dibêjin). Çend kesên ji komkujiyê xilas bûne dibêjin leşker bi mîtralyozan ser merivên zêdehî bi jin û zarokan pêk tê gulebaran dikin pişt re jî libo lib bi singûyan her kesî dixin ta ku dilê wan rehet be ku her kes miri ye, tê gotin çemê geliyê zîlan bi rojan ji ber xwînê bi rengê sor herikî ye (kuştina merivên wir wek komkujiya dêrsimê pêk hatiye).Piştî komkujiyê komara tirkiye biryar derdixe û dest dide ser mal û milk û gundên hatî kuştin. Neviyên kesên hatine kuştin doza dadgerî sala 1950 wekirin lê encam nehat û mafên wan çêbû ku dozê biherin dadgeha mafê mirov a ewropa yê û 2012 da li wir jî doza dadgerî wekirin û doz hate qebûl kirin, niha hê didome. Sala 2006 da rojnamevan oktay candemir û ercan öksüz ji ber derxistina pirtûka "zilan katliamı'nın tanığı konuştu" (pirtûk hevpeyvîna bi şahidê komkujiyê 94 salî kakil erdem e) dadgeha wanê doz hate vekirin û her rojnamevanî re 1.5 sal cezaya girtîgehê dan. Piştî komkujiyê serokwezîr ismet inönü dibêje ev kuştin ji ber dewlet û maf xwestina kesên xwe nezan çê bû, li komara tirkiyê xêncî gelê tirk tu kes xwediyê vê mafê nîne, ên hatî kuştin jî tirkên çiyayî ne.



11.07.2022 18:54 ~19:46 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» komkujiya li rojavaya kurdistanê
» geliyê soran

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî