Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
don kîşot

don kîşot

5. Du pirtûka mîguel de Cervantesî ya ji aliyê serdar roşanî ve bi kurmancî hatiye wergerandin. di berga ewil de werger ne pir baş bibe jî werger berdewamiya pirtûkê bi berga duwemîn de hinek baş dibe. çawa ku erebeyek ji riyekek bikevir de teqûreq dihere, meriv ji ber hejînê aciz dibe û piştrê dikeve riyeyek asfalt mirov rehet dibe, wexta xwendinê de hestekek hema weha peyda dibe di serê meriv de.

serdanpê di hemû pirtûkê de “hûn” a bi kurmancî bi avayekî “hon” bi kar aniye.
cihekî de gotiye “ pêwistiya me bi giyayê işgin heye.” navê gotina işgin bi kurmancî “ribês” e “giyayê işgin” ji zazakî bi kar anîye.bi wî avayî gotinên zazakî jî bi kar aniye.

wekî din di pirtûkê de peyvên mîna “derew” re “direw”, “pêşniyar” re “pêşnihad”, “jiber kirin” re “ziber kirin” hatiye gotin. Hinek gotin bi awayekî herêmî kiriye pirtûkê.

Nivîskêr, mîguel de Cervantes, pirtûkê bona parodiya romanên şovalyeyan nivîsandiye. di heyama nivîskar dîjîyî de di nava çîna tovrindan (esîl, zedegan) de xwendina romanên kurt ên şovalyeyên gerok populer bûye. ji bo dawîlêanîna xwendina pirtûkên li ser şovalyeyatî ye pirtûka don quijoutî nivîsandiye.
pirtûk ne ji bo zarokan ji bo mezinan hatiye nivîsandin. li gorî dema nivîsandina pirtûkê, sala 1605, gelek baş e, ne tene serpêhatiyên şovalyayê gerok don quijoteyî, serpêhatiyên lehengên din jî balkeş in. bûyerên di nav berga dûyemîn de vegotin ji berga ewil baştir e.

şovalyeyên rasteqîn, yên li pirtûkan qalê dikin, jinan, jinebîyan, belengazan, zarokan, sewiyan diparêzin, ne li gorî berjewendiyên takekesî, li gorî ramanên pîroz dijîn, tevdigerin, li çolan tî û birçî digerin. Hewldanên li gorî lehengên pirtûkan jiyîn anjî tevgerîn hêcitî, şêtî ye û di pirtûkê de nîvîskêr baş aniye zimên.



10.07.2022 02:12 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» don don

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî