Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
faik bucak

faik bucak

1. Dadger û sîyasetmedarekî kurd e. Sala 1919 gundê xadroya sêwregê hatiye dinê. Piştî dibistanên sêwreg û amedê li zaningeha istanbul üniversitesi beşa hiqûq dixwîne. Sala 1949 dibe dadger û dema ku sêwasê dadgerî dike biryarên lehê gundiyên kurd dide û girtîgeha kozanê dema liberabûn çê dibe, girtiyên wir ji bo giftûgoyê ewî dixwazin ew jî navbera herdû aliyan çê dike û şertên wan dîne cih de. Ji ber van bûyeran navê wî derdikeve wek "dadgerê kurd" (kürt hakim) û ji ber wê jî wî sirgûnê dadgeha navçeyekî konyayê dikin pişt re ew jî ji dadgeriyê îstîfa dike û li rihayê dest bi parêzeriyê dike. Piştî derbeya leşkerî ya 1960 ew jî tev pêşvehatî û rewşenbîrên kurd li sêwasê qampê dimîne û tev doza 49 an (bi tirkî 49'lar davası) dibe. Sala 1965 tevî avabûna partiya demokratîk a kurdistan a tirkiye (kdp-t) dibe û yekem serokatiya partiyê dike. Demekî kurt de ew û hevalên xwe tanzîm û rêxistenekî serkeftî pêk dînin. Ji ber vê jî dibe hedef. 4 tîrmeh 1966 (hê salek e avakirina partî tije nebûyî) rêya rihayê suîqest lê dikin û bi birîndarî radikin nexweşxanê û dibînin ku rewşa wî ber bi başbûnê diçe, li wir bi derziyê tê jahrkirin. Li nexweşxanê dema dadger were îfade lê hilde ew qebûl nake û dibêje ji xwe hûn zanin kê wiha kiriye. Piştî wî rêxistina partiyê bingeh nagire.
Kurê wî sertaç bucak demekî seroktiya partiya maf û azadiyan (hak-par) kir û niha serokê giştiyê pdk-bakur e, kurê wî yê din serhat bucak jî sala 1992 li partiya hep û sala 2015 li partiya hdp bû namzetê parlementeriyê lê 1992 da nehate hilbijartin, 2015 da jî nekete lîstê.



05.07.2022 21:44 ~21:50 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» faik bulut

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî