Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
helîma xwe

helîma xwe

1. kilameke şakiro ye. deşîfrasyon: erol şaybak û fethullah özmen.



Eman eman eman…
De lê mihibê, gelo sibe ye êvar û ronî wa da mexrebe ye
Ez ê herim b’izna vê sibeyê Helîma xwe ji dê û bavê bixwazim
Eger dane jixwe dane
Gidî gava ku nedane, birevînim bavême nav taxa jêrîn, nav taxa jorîn
Sebrê go mi’ go Usivê Soro bê serî kar e baxçe ye
De lê lê!..

Ax eman eman eman…
De lê, lê mihibê sibe ye vê sibengê
Îro çendê mi’ temam bû te ez helandim
Bi kîloya, bi xirama sebrê,
Tu sêyr bike bi derhema de lê lê!..

Lê lê sebrê tu sêyr bike xwezila
Ji teyran teyrekî atmece me
Ez ê herim b’izna Helîma xwe ji dê û bavê bixwazim
Eger dane jixwe dane
Gidî gava ku nedane
Ez ê qasekî ji keyfê ra xwe berdim vê sibengê
Nav taxa jorîn, nav taxa jêrîn
Nava qîz û bukên wan ademan

Sebrê! B’destê mihiba xwe bigrim
Xwe berdim ser darek ji darê wan çekeman
Em ê derbasî Îrana jêrîn, Îrana jorîn bibin
Çend salekan dewranekê derbas bikin
L’nava van ‘eceman lê lê!..
Sebrê gidî tu sebra dilê min î hê wîî!..
Ez nexweş im way way!..



21.05.2022 18:38 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helîma xwe
» xwedê kerîm û rehîm e

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî