Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bob dylan

bob dylan

4. Bob Dylan, di 24’ê Gulanê ya di sala 1941’ê de, li bajarê Buluth ê ku girêdayî eyaleta Minnesotaya Amerîkayê çêbûye. Navê wî yê nasnameyî: Robert Allen Zimmerman e. Di bajarê Hibbibg de mezin bû. Bapîr û dapîra wî ji Trabzonê (Dewleta Osmanî) koçkirine Odessayê (Împaratoriya Rûsya) û paşê di sala 1905’an de koç kirine Amerîkayê. di Bîranînên xwe yên bi navê: chronicles: volume one de behsa hatina silaleya dapîra xwe dike ku ew ji konstantînopolîsê hatine.

Dema ku ji zanîngehê tê avêtin hêj ciwanekî 18 salî bû. Herhal heznekirina wî ya ji zanîngehan bi gotina wî ya: “zanîngeh ev e: cihê ku bi nîspeta hizûrxanê bêhtir kes dimrin” tê fêm kirin. Lê hêj 20 salî (li hevbûna ruhaniyeta wî) porên wî yên gijomijo û qirêj, cilên wî yên qerpalmerpal bi gîtara ser milê wî li new york’ê bû. Di nav “Beatnic”an de bû. Li gor wî New York cihekî ku “hêj gelek insan (mirov) naçin, ê ku biçin jî venagerin” bû. Û çûyîna New York’ê, wekî “çûyîna Heyvê” ye.

Wexta albûma wî ya bi navê “the freewheelin’ Bob DYLAN” (di sala 1963yan de) derket piyasê, Dylan derketiye li ser riya herî baş. Li ser bergê albûma wî wêneyek heye ku bi hezkiriya xwe re di kuçeyên New York’ê de hatiye kişandin. Strana “blowin in the wind’’ ketiye ser zimnanê herkesî. Dylan, her carê behsa tiştekî cuda dikir; behsa pirsnîşan û tiştên ku em di bersivdayina wan de îza dikişinin, dikir. Birastî behsa hemû tiştê dikir. Behsa ehmeqiya şer û cengê, behsa xwedê, bêedaletiyê, seksê, eşqê, hezkirinê, mirinê hwd. kiriye. Her carê ji kesên cûda bertek kişandiye. Hin tişt digotin; lê carek din eynî tişt dubare nedikir. Tenê gora dilê xwe dijiya. Herhal ji wî pêştir tu kes nizanî çiqas Gîtar û Armonîkaya xwe hez dike; jixwe ber vê yekê muzîka folk hilbijartibû.

Li gor gotina joan baez “tiştên ku ewî didît, bitenê ji bo wî tiştek îfade dikir”. Ne ew kesê ku ji bo divêtiyên kesên din serê xwe biêşînê. Bêguman ji vê tiştê re “egoîzm” jî tê gotin; lê ev mînaka hezkirina xwe, bijîna tenê bo xwe ye. Li gor Joan BAEZ, çavên wî qey hemû rastiyan dîtibû ku ewqas gehîştî bû. Û ew bi xwe wek pelekî zivistanê lawaz bû.

Di 1965’an de li tûrneya Îngilîstanê ew û bohemên elît bi hevre li Otela Savoy mane. Û mariane faithfull ku ji bo nêzîkê wî bibe diçe li otele û li quncika odê rûdine. Li ser daktîloya Dylan kaxizek stûr a tiwaletê heye. Li ser kaxiza stûr a tiwaletê de bi nivîskî qala pîva risteyê kiriye. Faithfull difikirê ku bala Dylan nakişîne ku wê demê Dylan berdewamê nivîsandina hin tiştan dike. Dema Fithfull dipirse “tu çi dinîvîsî?” ji bersivê re şaş dimîne. Dylan di derheqê wê de helbestekî dinîvîse. Li ser pêşniyara Dylan, şevekî di odeya otelê de guhdariya albûma Dylan ya nû dikin. Li gor Faithfull, bedelekî taybet a guhdarkirina stranên Bob Dylan heye, wê şevê bûye kesekî bihîs û ji wî re cilwe dikir.

Lê Faithfull ducan e û hefteyek din wê bizewice. Faithfull wê şevê bi gotina xwe ya rast ve pişman bû. Sebeba vê ne bihevrebûyîn e! Tiştên ku Dylan ji bo wê li ser kaxizên tiwaletê nivîsandibû tu caran fêr nabe. Ji ber vê xwe pirr diêşîne. Herhal xatûna ku Bob Dylan herî zehf acizkirî Faithfull e.

Heta ku di 1973’yan de albûma wî ya bi navê “pat garrett and billy the kid” derketî qasekî bêdeng mabû. Wê salê bi berhema xwe ya bi navê “knockin’ on heaven’s door” ve carek din xwe dide nîşan. Strana “one more cup of coffee”, ku di albûma “desire” de, piştî sê sal dî tê û ev stran wê bibe klasîkek din.

Dylan di nav helbestkarên sedsalê de jî tê pejirandin. Bûye namzetê xelata wêjeyê ya nobelê jî. Tenê bi nivîsê jî qîm nekiriye. Tevlî hûnera wênesazîyê jî bûye.

strana wî ya herî navdar blowin' in the wind e



27.10.2013 06:03 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bobiler.örg

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî