Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şerif paşa

şerif paşa

1. Paşayê ku sala 1865 de li üsküdar a stenbolê hatiye dinê û sala 1951 de li catanzaro ya îtalyayê miriye. Bavê wî xendanîzade seîd paşa ye û ew serokê "osmanlı şûrayî devlet" ê ye em dikarin bêjin wek danıştay a niha ye. Wek navê bavê wî diyar dibe eslê xwe xendenîzade ye, xendeniyan yek ji malmezinên (bnr: baban) in. Lîseya Galatasaray dixwîne û bi serkeftinî li vir mezûn dibe. Pişt re li fransayê diçe akademiya saint cyr û li vir jî bi serkeftinî mezûn dibe. Piştî perwerdehiya xwe li qesra yildiz da dibe yaverê padişahê osmaniyan, paşê dibe ataşeyê leşkerî yê parîs û brûksel ê, ji wir telê pûşandinê stockholm û pişt re jî madrîd ê lê li vir zêde namîne û îstîfa dike. Ji ber ku dijayetî gel desthilatdariya padişah dike gelek caran pûşandina wî radikin gelek cihan û li sirgûnê dimîne. Li dijî padişah komela osmaniyan a "ittihat ve terakki" re têkildar dibe lê dema ku ew dest bi netewperwerî an jî nijadpererstiya tirkan dikin ji wan dûr dikeve û komela "osmanlı ıslahatı esasiye" vedike û serokatiya wê dike. Tev li avakirina komela "kürt teavun ve terakki cemiyeti" dibe. Şerê cihanê a yekem û piştî şer gelek caran ji bo serxwebûna kurdan bi îngîlîzên herêmê re têkildar dibe û hew qas bi îngîlîzan re têkildar dibe dawiyê de ewî jî bangê "konferansa parîsê ya aşîtiyê" dikin. Û ew jî wek delegeyek osmanî diçe konferansê lê danişîna yekem da îstîfa dike û dibêje ez delegeyê kurda me û em ne bi osmaniyan re nin. Li konferansê axaftinan pêk dîne û li ser serxwebûna kurdan disekine, dibeje wek her gelên cihanê em jî azadiya xwe dixwazin. Ji ber komkujiyên ermeniyan, komela ittihat ve terakki kurd û ermenî anîne hemberî hev lê şerîf paşa bi delegeyê ermenî boghos nubar paşa re miwafeqet dike û tevahî dibejin navbera herdû gelan tu pirsgirêk tunne. Osmanî bi vî rewşê gellek bêhedar dibin û ji bo bandora şerîf paşa kêm bikin li stenbolê bi komela kürt tealî re li serokatiya şeyhülislamê kevn de hevdîtinan pêk dînin pişt re sê biryara hildidin:
- ji bo mafên kurdan qanun bi zîrekî were derxistin.
- kurd ê bin desthilatdariya osmaniyan bin û girêdayî xelîfe bin.
- kurdistana xweser ê were naskirin
Piştî van bûyeran endamên ittihat ve terakki nifaq davêjin navbera kurdan û dibêjin serîf paşa xayîntî li ûmmet û xelîfe kiriye. Ji bo tifaqa şerîf paşa gel ermeniyan kiriye hinek kurd bêhedar dibin û bi serokatiya seîdê kurdî (nursî) tê protesto kirin. Pişt re gelek mezin û serokên kurdan û eşîran û hinek rewşenbirên kurd parîsê ra telgraf dişînin û dibêjin em delegebûna şerîf paşa qebûl nakin. Şerîf paşa zehf tenê dimîne û neçarî îstîfa dike. Heta dawiya konferansê osmaniyan li stenbolê bi gellek sozan mezin û rewşenbîrên kurd egle dikin, piştî konferansê ku ew pirsa rewşa navbera xwe dikin osmanî dibêjin qet niyeta me tunne ku em erdê xwe bidin kesî û em niha ji her demî hêztirin, kurd vî rewşî ra dengê xwe bilind dikin û niqaş derdikeve pişt re birîkarê osmanî abuk paşa li birîkarê kurd rifat beg dixe.
Dawiya dawî şerîf paşa him li sirgûnê dimîne him jî ber şerm û xeyda ku dibihize piştî sala 1919 carekî jî nayê welatê xwe heta sala 1951 da li cantanzaro ya îtalyayê dimire. Heta mirina xwe gellek xemgîn bûye û ji kurdan xeyîdî bûye.
Çavkaniya zêdehî: nivîsa İbrahim Halil baran li ser rûdaw türkçe yê 29.08.2015.



24.04.2022 10:16 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerif derince
» paşaport

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî