3. êdî ji ber pêşketina emeliyên estetîkê û bi makyajê kamûflekirina kêmayî û kirêtiyan behskirina spehîtayiyeke resen û tabiî zehmet e.. lê lîstikvaniya wê hêjayî pesndanê ye.. bi taybetî jî lîstikvaniya wê ya di fîlma bi navê malenayê de hêjayî pesndanê ye.. di fîlma demsala gergedanan de tenê navê wê û bedena wê ya tazî ya cazîb hebû.. ji ber paşnavê wê gelek kes dibêjin qey belûcî ye.. lê ji heft bavên xwe de îtalî ye.. bi aktorê navdar vincent cassel -ku rojekî ez niyeta xwe xirab bikim û cinsiyeta xwe biguherînim û ji rê derkevim û laşê xwe bifiroşim dîsa jî nakevim di ber û paşila de- re zewicî ye û kurrekê wan ê bi navê deva heye.. bi mêrê xwe re di malên cuda de dimîne.. |
|
26.10.2013 23:33 |
endazer
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |